Komên Çete navçeya Serêkaniyê guleyên roketan dibarînin

Komên Çete navçeya Serêkaniyê guleyên roketan dibarînin

Li navçeya Serêkaniya Rihayê gule dibarin. Çeteyên Çekdar duh guleya roketekê avêtin û li dîwarê malekê ket. Îro jî endamên Çeteyên Çekdar 4 guleyên roketan avêtin Serêkaniyê. Endamên çeteyan şevê din 3 gule avêtin û li dîwar û hewşa mala Alîkarê Şaredarê Serêkaniyê Muzaffer Acet ket. Li aliyê din polîsên ku çûn cihê bûyerê û li ser guleyên roketan lêkolîn dikirin guleyek din ya roketê ket navbera wan. Ji ber gule neteqiya tişt bi kesî nehat.

Piştî Çeteyên Çekdar ketin Serêkaniya binxetê û di navbera Çeteyên Çekdar û YPG'ê de şer destpê kir, li ser navçeya Serêkaniya serxetê (Navçeya Rihayê) bê navber guleyên keleş û roketan dibarin. Heta niha 8 welatî bi guleyên keleş û tivingan birîndar bûn û 4 guleyên roketê ketin nava Serêkaniyê û tirsek mezin çêkir.

Şevê din dîsa li Serêkaniya binxetê şer berdewam kir. Ji ber şerê Serêkaniya binxetê gelek guleyên çekan û roketan hatin serxetê û ketin nava taxên Serêkaniya serxetê. Şevê din gelek guleyên çekan û 3 guleyên roketê ku ji aliyê Çetekên Çekdar ve hatin avêtin li mala Alîkarê Şaredarê Serêkaniyê Muzaffer Acet ya li taxa Mehmet Akif Ersoyê ketin. Guleyên ku li hewşa malê ketin ji ber neteqiyan tiştek bi kesî nehat. Polîsên ku ji bo guleyên roketan ên şevê din li mala Alîkarê Şaredar Acet ketin lêkolîn bikin hatin cihê bûyerê dema lêkolîn dikirin guleyek din ya roketê te nava wan. Ji ber ku şevê din guleyên roketan neteqiyan tişt bi kesî nehat.

Serê sibê polîsên ku ji bo guleyên roketan lêkolîn bikin jî hatin cihê bûyerê, dema lêkolîn dikir guleyek din ji aliyê çeteyan ve hat avêtin û li nava polîsan ket. Ji ber ku ev guleya dawî jî neteqiya tişt bi kesî nehat. Wekîlê Şaredar Muzaffer Acet diyar kir ku, endamên Çeteyên Çekdar bi armanc û hedef guleyan davêjin û raste rast wan dikin hedefa xwe. Acet anî ziman ku, endamên çeteyan bi zanebûn li ser sivîlan û welatiyan guleyan dibarinin û sivîlan dikin hedefa xwe. Serê sibê jî endamên Çetekayan li hemberî Parka Azatiyê li ser gelek welatiyan gule barandin.

Piştî guleyên roketan hatin avêtin serê sibê li gel polîsan gelek endam û rêveberên BDP'ê jî hatin cihê bûyerê.

Gelek welatiyên ku li taxa Mehmet Akif Ersoy dijîn ji tirsan malên xwe terk kirin û yên din jî newêrin ji malên xwe derkevin.

Hat zanîn ku, heta niha 8 guleyên roketan ketin nava Serêkaniya Serxetê û 5 guleyên roketan li taxa Mehmet Akif Ersoy bariyan.