Komên çete rexmî agirbest û cejnê êrîş kir
Komên çete rexmî agirbest û cejnê êrîş kir
Komên çete rexmî agirbest û cejnê êrîş kir
Komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê li rexmî cejna Remezanê û agirbest 3 rojan ya YPG’ê ragihand jî, êrîşê xwe nerawestandin.
Komên çete ên Dewleta Îslamî Iraq-Şam û El Nusra ên girêdayî El Qaîdeyê ji bo ji Til Xelefê ber bi Serêkaniyê ve bên êrîş pêkanîn. Piştî parastina YPG’ê pevçûnan rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê li rexmî Cejna Remezanê û agirbesta 3 rojan ya YPG’ê ragihand jî, êrîşên xwe nerawestandin berdewam kirin. Şevan din di demjimêr 00:30’an de komên çete Dewleta Îslamî Iraq/Şam û Eniya El Nusra ên girêdayî El Qaîdeyê ji gundê Keşto yê ser bi Til Xelefê ber bi Serêkaniyê ve êrîş pêkanîn. Piştî ku hêzên YPG’ê ketin xweparastinê pevçûnê rûda. Hate ragihandin ku, komên çete Serêkaniyê dan ber topan.
Fermanadariya Giştî ya YPG’ê du daxuyaniyek da û diyarkir ku, ew ji ber Cejna Remezanê 3 rojan agirbestê îlan dikin û ragihand ku, ji bilî êrîşan ji dervey parastina rewa ew dê tu çalakiyekê pêkneynin.