Komên çete vê carê êrîşî gundê Êzidiyan kirin
Komên çete vê carê êrîşî gundê Êzidiyan kirin
Komên çete vê carê êrîşî gundê Êzidiyan kirin
Komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nsura piştî pevçûna duh ku wendahiyên mezin dabûn, îro serê sibê dîsa hewldan êrîş bikin. Lê hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Komên ku nekarîn bi pêş ve biçin, berê xwe dan gundê Êzidiyan û di pevçûna wan a bi gundiyan re de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Komên çekdar ên ku duh xwestibûn bi çekên giran êrîşî Serêkaniyê bikin, lê li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin dan û paşve çûn, îro danê sibê dîsa hewldan êrîş bikin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên çete saet derdora 06.00‘an de ji bajaroka Til Xelef bi tang û topan xwestin êrîşî bajêr bikin, lê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derketin.
Êrîşkarên ku li hemberî hêzên YPG’ê dîsa têk çûn, vê carê bi çekên giran êrîşî gundê Esediyê ku piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne yê li ser riya Hesekê kirin. Li ser vê yekê gundiyan jî bersiva wan da û pevçûn derketin. Di pevçûnan de gundiyê bi navê Murad Sedo jiyana xwe jidest da û gundiyek jî birîndar bû.
Ji ber pevçûnan gudî neçar man ji gund derkevin.
Pevçûnên li aliyê Til Xelef jî cîh bi cîh didomin.