Komên Çete yên El-Nusra êrîş birin ser benda Asayîşê
Komên Çete yên El-Nusra êrîş birin ser benda Asayîşê
Komên Çete yên El-Nusra êrîş birin ser benda Asayîşê
Komek çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra yên ku xwestin bi 2 wesayîtan êrîşî benda Asayîşê ya li gundê Ebû Xezer bikin, ji aliyê asayîşê ve hatin ferqkirin. Li ser vê yekê êrîşkarên di wesayîtekê de reviyan, wesayîta din ku bombebarkirî bû ji aliyê êrîşkaran ve hate teqandin. Di encama teqînê de 2 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bû. 2 êrîşkar jî mirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatine girtin, êrîş şevê din li saet derdora 00.30’an de li gundê Ebû Xezer ê di navbera gundê Til Merûf û bajaroka Til Hemîs ku nêzî 25 kîlometre dikeve başûrê rojhilat ê Tirbespiyê pêk hat. Hate ragihandin ku 2 wesayîtên komên çete ji aliyê Til Hemîs ve di rêya gundan de hatine û xwestine biçin bajêr, ji aliyê endamên Asayîşê yên li benda kontrolê ve hatin ferqkirin. Hêzên Asayîşê piştî ku guman ji wesayîtan kirin, xwestin ku mudaxele bikin. Li ser vê yekê wesayîtek ku 2 kes têde bûn paşve reviyan, ya din ku di wê de jî 2 kes hebûn û bombebarkirî bû, nêzî benda kontrolê ji aliyê êrîşkaran ve hate teqandin.
Di encama teqînê de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. 2 êrîşkarên ku di wesayîtê de bûn jî, bi teqînê re mirin. Ji ber teqînê li derdorê jî ziyana maddî çêbû.
Nasnameyên endamên Asayîşê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nîdal Muhemmed Hisên
Nave Dayik: Rabîa
Nave Bav: Muhemmed
Cihê Jidayikbûnê û Dîrok: Gundê Til Meref/1990
Nîdal Muhemmed Hisên zewicî bû û 2 zaroken wî hene
Ferhed Elî Murad
Nave Dayik: Fensa
Nave Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê û Dîrok: Gundê Erzana yê Tirbespiyê/ 1989