Komên çeteyan genimê gundê Çafayê dizîn
Komên çeteyan genimê gundê Çafayê dizîn
Komên çeteyan genimê gundê Çafayê dizîn
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) genimê ku komên çeteyan ji gundê Çafa dizîbûn û li baregehên xwe kom kiribûn, desteser kirin.
Piştî ku YPG'ê gundê Çafa yê Serêkaniyê û niştecihê wê Kurdên Êzîdiyê ne ji Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra rizgar kirin, operasyona dabû despê kirin li derdora gundê Çafa domandibû, 7 baregehên komên çeteyan desteser kiribû. Hate hîn bûn komên çetayan genimê gundiyan ji mala dizîne li dibistana gundê kom kirine. Berî niha li herêman wan koman depoyên genim talan kiribûn û genimên dizîbûn biribûn Tirkiyê û firotibûn.
Hate hînbûn ku komên çeteyan malên welatiyên gundê Çafa talan kirine û piriniya malan şewitandine.