Komên Dêrsim û Botanê gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê
Komên Dêrsim û Botanê gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê
Komên Dêrsim û Botanê gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê
Meşa çareseriya demokratîk a gerîlayên HPG'ê dewam dike. Di vê çarçoveyê de komên gerîla yên ji herêmên Dêrsim û Botanê gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Newrozê de hatibû destpê kirin, bi vekişîna gerîlayan a ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di 23’ê Tebaxê de du komên nû gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Koma herêma Dersimê ya di bin fermandariya Hozan Munzur û Baharîn Kendal û koma Botanê ya di bin fermandariya Xelat Şemsê de gihiştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Herdu komên gerîla li Herêmên Parastinê yên medyayê, li gel amadebûna endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Norşîn Silopî, bi merasîmeke leşkerî hatin pêşwazîkirin.
SEROKATÎ JI BO ME XETA SOR E
Fermandara koma Botanê Xelat Şemsê, di merasîmê de bal kişand ser van xalan; ‘‘em di pêvajoyek bi wate re derbas dibin. Çawa ku me xwest di pêvajoyên şer de ji Rêbertiya xwe re bibin bersiv, me xwest bi vekişîna xwe re jî bibin bersiv. Serokatî ji bo me xeta sor e. Ji ber wê tiştekî ku me asteng bike nebû. Li ser bangawaziya Rêberê û tevgera xwe, me berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê. Tevî ewçend hewldan û gavên tevgera me jî, ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên şênber ne hatine avêtin.’’
PÊVAJO GAVÊN MEZINTIR DIXWAZE
Yek ji fermandarên koma Dêrsimê Hozan Mûnzûr jî di axaftina xwe de got, ‘‘weke her kes dizane ev pêvajo bi Newrozê re ji aliyê Rêberê me ve destpê kiriye. Ji bilî kemîn û operasyonan, pêwistiya pêvajoyê bi gavên mezintir heye. Weke wezîfeyekê, em ji Dêrsimê meşiyan heta vir. Me weke wezîfeyekê lê nêrîn. Bi vekişîna gerîla re ev qereqol û bendavên ku hatine çêkirin, diyar dike ka hikûmeta AKP çiqasî samîmiye. Lê, nêzîkatiyên ji Rêbertiya me re ji bo me her tiştî îfade dike. Ger nêzîkatiya li hemberî Serokatiya me were guhertin, wê pêvajo têkeve ser rêya çareseriyê.
ME ERKÊN XWE BICIH ANÎN
Fermandara koma Dersimê Baharîn Kendal jî wiha axivî; ‘‘bi bangawaziya Serokatî re amadekariyên me jî destpê kirin. Li gel hemû gumanan jî, ji ber ku baweriya me bi Serokatî û tevgera me heye, me berê xwe dan Herêmên Parastinê yên Medyayê û me bi vî awayî erkên xwe bi cih anî.’’