Komên ku wendahiyan didin ji mizgeftan banga şerê Kurdan dikin

Komên ku wendahiyan didin ji mizgeftan banga şerê Kurdan dikin

Hate ragihandin ku piştî êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra yên li ser gundên Qanaya û Îlacax ê 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, di bersivdayîna hêzên YPG'ê de 7 êrîşkar hatine kuştin û cenazeyên wan birine Cerablusê. Hate gotin ku piştî êrîşan komên çeteyan ji mizgeftên Cerablusê banga “cîhadê” dikin û welatiyan bi gotinên wekî, “Kesê li dijî Kurdan şer neke ew ji Xwedê, Îslamê, Muhammed û Quranê qut e” tehdît dikin.

Piştî êrîşên çeteyên Dewleta Îslam ya Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra êrîşî gundên Qanaya û Îlacax ê 30 kîlometreyan dikeve rojavaya Kobanê kirin, şerên dijwar rû dabûn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şer li gundê Degirman ê 3 kîlometre dikeve bakurê gundê Îlacax jî belav bûye.

Li aliyê din çeteyên El Nusra ji mizgeftên Cerablusê de banga “cîhadê” dikin û welatiyan bi gotinên wekî, “Kesê li dijî Kurdan şer neke ew ji Xwedê, Îslamê, Muhammed û Quranê qut e” tehdît dikin. Di vê navberê de çavkaniyên ji Cerablus ragihandin ku 7 cenazayên komê çeteyan anîn Cerablus. Çavkaniyên herêma Kobanê jî gotibûn ku di şer de 4 endamên komên çete hatine kuştin û şer hîn didome.