Komên vekişiyan: Yê soza xwe bi cih neaniye hikûmeta AKP'ê ye
Komên vekişiyan: Yê soza xwe bi cih neaniye hikûmeta AKP'ê ye
Komên vekişiyan: Yê soza xwe bi cih neaniye hikûmeta AKP'ê ye
Gotinên Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ên der heqê vekişîna hêzên gerîla de gotibû, "sozên hatine dayîn bicih nehatine anîn, vekişîn ji sedî 20 pêk hatiye" bi hatina komên nû yên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin derewandin. Ji herêmên Derya Reş, Dêrsim û Serhedê, bi dehan gerîlayan meşa xwe ya çareseriya demokratîk temam kirin û gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Meşa çareseriya demokratîk a gerîla ku di 8'ê Gulanê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê destpê kir, dewam dike. Komên nû yên ji herêmên Derya Reş, Dêrsim û Serhedê ketin rê, duh gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Ji bo pêşwazîkirina koman, li gel yek ji fermandarên HPG'ê Rojhat Belatî, merasîmek hat lidarxistin.
Koma Derya Reş-Dêrsim a di bin fermandariya Faîk Dêrsim û Ladîn Irmak, koma Serhedê ya di bin fermandariya Ararat Serhed û Zagros Bêrîtan de, ji aliyê gerîlayan ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Yek ji fermandarên komê Faîk Dêrsim, ji gerîlayên ew pêşwazî kirin re axivî û diyar kir ku li ser banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, tevî hemû zor û zehmetiyan ew ji herêmên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê vekişiyane.
Dêrsim der heqê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a digot, "sozên hatine dayîn, bicih nehatine anîn" de got, "Gerîla û gelê Kurd berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih tînin. Gerîla soza xwe bicih tîne, tevî hemû zor û zehmetiyan jî ji axa bakur vekişiya. Lê dewlet, her çend hewl dide nîşan bide ku hin gavan diavêje jî, hînê ti gaveke berçav neavêtiye."
Yek ji fermandarên komê Ladîn Irmak jî da xuyakirin li tevî liv û tevgera leşkerî jî wan meşa xwe dewam kirine û got, "Bi helwesta xwe ya berpirsyariyê ya li pêşberî pêvajoyê, me xwe gihandin Herêmên parastinê Yên Medyayê. Weke hêzên HPG û YJA Starê, me berpirsyariyên xwe bicih anîn. Berpirsyariyên divê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bê kirin, nehatine kirin û ev yek pêvajoyeke fikar afirandiye. Tevî van hemûyan, gerîlayan berpirsyariyên xwe bicih anîn û li ser banga Rêberê me, em vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Ji fermandarên koma Serhedê Ararat Serhed jî got, "Tevî hemû zehmetiyan, tevî rewşa AKP'ê ya ti berpirsyariyên xwe bicih neaniye, em ji Serhedê hatin vir. milîtanên Rêberê xwe, em dixwazin bi awayekî çalak tevlî pêvajoya bi însiyatîfa Rêberê me hatiye destpêkirin, bibin."