Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî: Bila şertên Ocalan bên başkirin

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî: Bila şertên Ocalan bên başkirin

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, di peyama xwe ya ji bo 1'ê Îlonê de bang li Hikûmeta AKP'ê kir ku dest bi qonaxa duyemîn a danûstandinan bike û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin sererast bike. Komîteya Amadekar êrîşên li Rojava jî şermezar kir û got, "Em li cem gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê ne."

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand.

Di peyamê de hat ragihandin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tevî ji bo gelê Kurd wê ji bo gel û hêzên herêmê, pêşî li demokratîkbûyînê veke, aştiyê mayînde bike û hat destnîşankirin ku çareserî jî, wê ji aliyê gelê Kurd û têkoşîna wê ve were afirandin.

Komîteya Amadekar da xuyakirin ku çareseriya demokratîk û aştiya mayînde, bi hevkarbûyîna projeya aştî û çareseriyê ya aliyan dibe û bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.

Komîteya Amadekar ragihandin ku vê pêvajoyê, ji bo lidarketina kongreya yekitiya neteweyî bingeh û derfetên mezin afirandiye û di peyama xwe de ev xal destnîşan kir:

PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI KONGREYA NETEWEYÎ RE BINGEH BÛ BINGEH

"Pêvajoya çareseriya demokratîk a di Newroza Amedê de ji aliyê Serokê Giştî yê KCK'ê Birêz Abdullah Ocalan ev hat destpêkirin, qonaxa xwe ya yekemîn temam kiriye. Pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji gelê Kurdistanê, hêzên herêmê û navneteweyî û raya giştî ya demokratîk bi pêwendiyeke mezin tê destekkirin. Ji ber ku pêkhatina aştiyê li Tirkiyê, di serî de Rojhilata Navîn wê ximzetê ji aştiya gerdûnê ya navneteweyî re bike. Bi vê bîr û baweriyê, di serî de Başûrê Kurdistanê tevahiya gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji bo serxistina vê pêvajoyê bûye yek deng û yek dil. Pêvajoya çareseriya demokratîk a giyana yekitiyê ya navbera Kurdan xurt kir, di heman demê de ji bo lidarketina kongreya yekitiya neteweyî ya dîrokî, bingeheke bi hêz afirandiye."

Di peyamê de bang li Hikûmeta AKP'ê jî hat kirin ku pêwistiyên qonaxa duyemîn bicih bîne û weha hat gotin:

"Weke Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ku bi perspektîfa demokratîkbûyîn, yekitî û aştiyê xebatên xwe dimeşîne, em di wê baweriyê de ne ku divê êdî qonaxa duyemîn a pêvajoyê destpê bike. PKK'ê ji bo pêkhatina qonaxa yekemîn berpirsyariyên xwe bicih anî, gerîla vekişand derveyî sînor, bi vî rengî rê li ber agirbestê vekir û bendewariya her kesî ye ku êdî pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe.

BILA HIKÛMETA TIRK QONAXA DUYEMÎN BIDE DESTPÊKIRIN

Em li bendê ne ku Hikûmeta Tirk, bi bicihanîna berpirsyariyên xwe re qonaxa duyemîn a pêvajoyê bide destpêkirin û ji bo Birêz Ocalan li gorî giyan û kareketa pêvajoyê rola xwe bileyze, şert û mercên ew lê tê ragirtin, werin başkirin."

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJAVA HATIN ŞERMEZARKIRIN

Komîteya Amadekar êrîşên li dijî gelê Rojava şermerzar kir û got, "Gelê me yê Rojava ku her tim jiyaneke yekitî, aştî û demokratîk a bi gelan re ji xwe re esas girtiye, di mehên dawî de rastî êrîşên dijwar tê. Weke Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd em van êrîşan şermezar dikin û diyar dikin ku di her şert û mercî de em li cem gelê xwe ne."

Di peyamê de herî dawî bal hat kişandin ser pevçûnên li Rojava û gelemperiya Rojhilata Navîn û hat gotin, "Em hêvîdarin û dixwazin, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aştiya gelên Kurdistanê re şahidiyê bike û bibe wesîle ji aştiya li Rojhilata Navîn re. Bi vê bîr û baweriyê, 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li tevahiya gelên bi giyana aştiyê pîroz dikin."