Komîteya Baweriyê ya KCK’ê êrîşa li dijî 2 alimên Kurd şermezar kir

Komîteya Baweriyê ya KCK’ê êrîşa li dijî 2 alimên Kurd şermezar kir

Komîteya Hindekar û Baweriyan ya KCK’ê, êrîşa çekdarî ya rojên borî li dijî 2 alimên Kurd pêkhat şermezar kir û bang kir ku, bila berpirsan derxînin holê.

Endamê Komîteya Hindekar û Bawerî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Serhat Varto, li Hewlêrê 6’ê Sibatê êrîşa li dijî du Alimên Kurd şermezar kir.

Ji terîqata Nexşebendî Şêx Abdurehman Nexşebendî û Endamê Meclisa Hemwelatiyên Azad û Yeksan Mela Zana di 5’ê Sibatê de li Hewlêrê rastî êrîşa kesên çekdar yên bi cilên leşkerî hatibûn.

Endamê Komîteya Hindekar û Baweriyan ya KCK’ê Serhat Varto êrîşa çekdarî ya li dijî 2 alimên Kurd şermezar kir. Varto destnîşan kir ku, alimên Kurdan ji bo azadiya gelê xwe xebatê dikin û wiha got; “Bi dehan, sedan şêx û melayên Kurdan di vê rê de canê xwe dane. Îro jî vê rola xwe ya dîrokî didin berdewam kirin.”

Varto da zanîn ku, ev her du alimên Kurd yên navborî li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî tundî û êrîşan derdikevin. Varto aşkera kir ku, pêwîste demek ji demekê zûtir berpirsên êrîşê bêne dîtin û bangek wiha kir: “Hêviya me ji hikumeta herêma Kurdistanê ewe ku di demek kurt de berpirsên êrîşê peyda bike. Darezandina pêwîst bike û divê bên ceza kirin. Em careke din êrîşa li dijî alimên Kurd şermezar dikîn.”