Komîteya Kedkar a KCK’ê Newroz pîroz kir

Komîteya Kedkar a KCK’ê Newroz pîroz kir

Komîteya Kedker a KCK’ê cejna Newrozê pîroz kir.  Komîteyê diyar kir ku, axa Mezoptamyayê axeke ku civaka azad û wekhev ava dike ye û got: “Ji ber vê yekê her çiqas li ser van axan zilm, komkujî û qirkirin hebe jî li dijî vê her tim gelan berxwe daye û tevger ava bûne. Gelên ku her tim rastî tunekirin û qikirinê hatine  her tim bi berxwe dane û heta roja me ya îro hatine.

Ev berxwedan îro di şexsê tevgera azadiya kurd de hem li Kurdistanê û hem jî li herêmê bûye xwedî wateyeke mezin û bihara gelan, Newroza wan û baweriya wan a jiyaneke azad û adîlene derketiye holê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: Berxwedana li Rojhilata Navîn bi Şoreşger Kawa destpê kir û bi Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan berdewam kir heta roja me ya îro hatiye. Bi rastiya têkoşîna PKK’ê li seranserê Kurdistanê, hişmendiya jiyaneke azad û demokratîk, di mijara pêşveçûna yekitiya Netewî de derketiye asteke gelek girîng. Ev Newroz divê wek îfadeyeke bi hêz a yekitiya netewî  a gelê Kurd bê pîroz kirin.  Divê rola xwe ya dîrokî bilîze. Gelê Kurdistanê bi vê bawerî û hişmendiyê divê li her cihî biherike qadan û bi gelên din re din ava yekitî û biratiyê de agirê Newrozê pêxîne. Li Kurdistanê têkoşîn, bedel û kedên mezin hatin dayîn û ji her demê zêdetir divê têkoşîn bê dayîn. Li gorî wateya Newrozê divê, bê pêşwazîkirin û divê li pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistiye xwedî lê bê derketin.  Em bawerin ku her kes dê rola xwe bîne cih.

Em divê esasê de Rêber Apo ku ji gelê Kurdistan û herêmê re qada jiyanê vekir, slav dikin û cejna azadî û vejînê Newrozê li hemû gelan pîroz dikin.”