Komîteya ku ji 7 kesan pêk tê diçe Rojava

Komîteya ku ji 7 kesan pêk tê diçe Rojava

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji bo komkujiyên li Rojava tesbît bikin civînek awerte li dar xist. Komîteyek ku ji 7 kesan pêk tê wê biçe Rojava û dest bi xebatên xwe bike.

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd, bi mijara Rojava civîneke awerte li dar xist. Di civînê de komkujiya li dijî gelê Rojava û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin nirxandin. Li dijî helwesta nezelal ya li hemberî komkujiya li Rojava endamên Komîteya Amadekar dan zanîn ku li Rojava komkujî pêk hatiye.

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd, diyar kir ku çeteyên girêdayî rêxistina El Qaîdê li dijî gelê Rojava komkujiyan pêk tînin û ev yek di rojeva cîhanê de ye û wiha gotin: "Wezareta Karên Derve ya Amerîka, Rusya û welatên Ewropa komkujiya li Rojava tê jiyîn piştrast kirine û şermezar kirine." Komîteya Amadekar da zanîn ku hinek hêzên li Başûr bi fikara "Gelo ev komkujî pêk hatiye yan na?" nêzî mijarê dibin. Endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî nerazîbûnên xwe yên li hemberî girtina deriyê sînor yê Sêmalka diyar kirin û bang li Serokatiya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kirin da ku demildest deriyê Sêmalka ji bo alîkariyên mirovahî veke.

DÊ RAPORÊ AMADE BIKIN

Di encama nirxandinan de, Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî biryar da ku ew ê komîteyekê ji 7 kesan pêk tê bişîne Rojava da ku êrîşên li dijî gelê Kurd tesbît bike. Tê payîn ku komîte wê di rojên pêş de biçe bajarê Dêrikê û dest bi xebatên xwe bikin. Komîteya piştrastkirinê wê encamên xebatên xwe weke rapor pêşkêşî Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bike.