Komîteya Lihevanînê li Efrînê 2 malbat lihev anîn

Komîteya Lihevanînê li Efrînê 2 malbat lihev anîn

Li Efrînê Komîteya Lihevanînê 2 malbatên ji gundê Feqîran ku piraniya şêniyên wê ji kurdên Êzîdîne de lihev anîn.

Komîteya Lihevanînê ya navçeya Cindêrisa Efrînê, bi beşdariya endamên Komîteya Lihevanînê ya Efrîn û navçeyên wê, endamên TEV-DEMÊ’ê, endamên Asayîşê, rûspiyên Êzîdî li herêmê 2 malbatên ji gundê Feqîran ku piraniya şêniyên wê ji kurdên Êzîdîne lihev anîn. Di merasîma lihevanînê de endamê Komîteya Lihevanînê Şewket Hisên axivî û spasiya Desteya Edaletê, hêzên Asayîşê, Komîteya Lihevanînê ya Efrînê û herdu malbatan kir. Hisên da zanîn ku pêdiviya herêmê bi hevgirtin û yekîtiyê heye.

Di merasîmê de endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdulezîz Mîrza axivî û da zanîn ku tevî zehmetiyan jî hemû aliyan dest dan hev û herdû malbat li hev anîn.  Piştî axaftinan, endamên herdu malbatan axivîn û li ber cemaetê soz dan ku dê rûpeleke nû di nava xwe de vekin.

Piştî merasîma lihevanînê bi dawî bû cemaetê berê xwe da konê sersaxiyê ku ji bo rêveberê Asayîşê Munzur Efrînî li gundê Firêriyê ya navçeya Cindêrisê hatibû vedan.