'Komîteya Şehîdan' nasnameya gerîlayê PKK'ê Nasir aşkera kir
'Komîteya Şehîdan' nasnameya gerîlayê PKK'ê Nasir aşkera kir
'Komîteya Şehîdan' nasnameya gerîlayê PKK'ê Nasir aşkera kir
Komîteya Şehîdan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) nasnameya gerîlayê PKK'ê Îdrîs Aksû bi nasnav Nasir ê di pevçûneke di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. Komîteyê destnîşan kir ku ewê ji bo pêşerojeke azad di xeta şehîdên xwe de heta dawiyê bimeşin.
Komîteya Şehîdan a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku gerîlayê PKK'ê Îdrîs Aksû yê di sala 1971'ê de li navçeya Erzîrom Tekmanê ji dayik bûye û di sala 1992'an de ji Stenbolê beşdarî nava refên gerîla bûye, di pevçûneke sala 1998'an a li Erzîromê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Komîteya Şehîdan a KCK'ê de, sersaxî ji malbata Aksû û tevahiya gelê Kurd hat xwestin û ev peyam hat dayîn:
"Weke gelê herî kevnare yê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad diyar bikin, em bi feraseteke deshilatdar a rûmet û hebûna me ji nedîtî ve tê re, rû bi rû ne. Bila baş were zanîn, li hemberî dijminê ku destê me yê aştiyê weke qelsiyê dibîne û dixwaze gelê me mehkûmî pêşerojeke bê rûmet bike, emê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê dawiyê li ber xwe bidin."