‘Komîteya Şehîdan’ nasnameya gerîlayekî aşkera kir

‘Komîteya Şehîdan’ nasnameya gerîlayekî aşkera kir

Komîteya Malbatên Şehîd û Windahiyan ragihand ku gerîlayê PKK'ê Yilmaz Geçer ê bi nasnav Diyar, di pevçûneke sala 1997'an de jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Malbatên Şehîd û Windahiyan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê PKK'ê Yilmaz Geçer (Diyar) ê ji navçeya Şirnex Hezexê, ku di sala 1993'an tev li refên PKK'ê bûye, di 12'e Gulana sala 1997'an de di pevçûneke li Bêdlisê de jiyana xwe ji dest daye.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de ji malbata Geçer û gelê Kurd re sersaxî xwest û der barê Geçer de agahî da.

Hat ragihandin, Geçer ê di sala 1973'an de li gundê Hedil ê Hezexê hat dunyayê, li gel malbata xwe çû Elmanyayê, di sala 1993'an de li bajarê Hambûrgê tev li refên PKK'ê bû, di heman salê de derbasî qada Sûriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dima bû û di sala 1996'an de jî ket ser rêya çiyayên Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê Geçer di 12'ê Gulana sala 1997'an de li qada Zozanê Duavê ya Bêdlisê di pevçûnekê de li gel 27 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

MALBATA GEÇER BÎRANÎNÊ LIDAR DIXE

Malbata Geçer, piştî ku bihîst kurê wan jiyana xwe ji dest daye, dê di dawiya vê hefteyê de bi çalakiyekê Diyar bibîr bîne. Malbata Geçer wê di 29'ê Îlonê roja Yekşemê de li Mala Kurdan a li bajarê Elmanya Aachenê merasîma bîranînê lidar bixe.