Komîteya Siyasî ya KCK’ê: Tu hevdîtin û muzakere tune ne
Komîteya Siyasî ya KCK’ê: Tu hevdîtin û muzakere tune ne
Komîteya Siyasî ya KCK’ê: Tu hevdîtin û muzakere tune ne
Komîteya Siyasî ya KCK’ê daxuyaniyên çapemeniya Tirk ku dibêje li Hewlêr hevdîtin di navbera PKK û dewletê de pêk hatiye û dê PKK’ çekdan deyne derewand û got: “Ne li Hewlêrê û ne jî li tu ciheke din hevdîtin pêk nehatine."
Di daxuyaniya Komîteya Siyasî ya KCK’ê de êrîşên hêzên çete ku ji aliyê Dewleta Tirk ve tên destekirin li hemberî gelê kurd ê li Serîkaniyê rojavayê Kurdistanê, şîdeta polîsan a li hemberî parlamenterên BDP’ê û îdiayên wekî ‘muzakere’ û ‘çekdanîn’ ên ku di Çapemeniya Tirk de tên weşandin, hatin nirxandin.
Komîteya Siyasî ya KCK’ê ya ku di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê têkildarî geşedanan ev tişt anî ziman: “Li Rojava, li Serêkaniyê geşedanên girîng diqewimin. Kurdên li Rojava ji bo hemû gelên ku li Sûriyeyê dijîn pêşniyar dikin ku hemû gel bi reng û dengê xwe ve li ser esasên xwe û wekhev xwe bi rê ve bibin, lê ligel vê yekê jî êrîşên dewleta Tirk ên rasterast û veşartî gihîştine asteke xeter. Dewleta AKP’ê çeteyan bi çek dike û di ser Serêkaniya Rihayê de derbasî Serêkaniya rojavayê Kurdistanê dike ku êrîşî gel bikin. Çete bi piştgiriya Dewleta Tirk li hemberî gelê kurd şerekî qirêj didin meşandin.”
Komîteya Siyasî ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser tekane armanca AKP’ê û daxuyanî wiha didome: “Armanca AKP’ê ew e ku di navbera kurd û erebên ku li Sûriyeyê didin şerekî navxweyî bide derxistin û destkeftiyên kurdan têk bibe. Ev zîhniyet armancên Dewleta Tirk a li ser Sûriye û Rojhilata Navîn jî bi awayyekî zelal radixe ber çavan.” Di daxuyaniya Komîteya Siyasî ya KCK’ê tê destnîşankirin ku polîtîkaya sereke ya Dewleta Tirk a derveyî ew e ku di navbera gelên kurd û ereb de tovên dijminatiyê biçîne û daxuyanî wiha berdewam dike: “Ev polîtîkaya qirêj ne ji kurdan, ne ji ereban û ne jî ji tirkan re tu feydeya wê tune ye.”
SERÊKANIYA SERXETÊ
KCK’ê diyar kir ku gelê Kurdistanê dê piştgiriyê bidin berxwedana li Rojava û Sêrekaniyê û wiha got: “Çalakiya ku BDP’ê xwest li Wêranşarê ji bo piştgiriya Rojava û deşîfrekirina polîtîkayên qirêj yên AKP’ê girîng in. Lê dewleta AKP’ê tehemulî bertêkên meşrû yên gelê me welatparêz nekir û li Wêranşarê bi êrîşkirina hovane ve carek din rûyê xwe yê qirêj nîşan kir û xwestin parlamenterên BDP’ê derb bikin. Em bang li hemû gelê û derdorên hestiyar dikin ku li hember polîtîkayên AKP’ê yên dagirker dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojava.”
ÎDIAYÊN ÇEKDANÎNÊ
Komîtiya Siyasî ya KCK’ê nûçeyên çekberdanê û muzakereyan ku di çapemeniya tirk de tên weşandin derewand û wiha got: “Dewleta AKP’ê ji aliyekî ve rûyê xwe yê qirêj û tahluke dide nîşandin ji aliyê din jî hevdîtinên ku bi Serokatiya me re tên kirin manîpula ê serî li rêbazên dezenformasyonê dide. Ev yek jî samîmîbûn û îradeya AKP’ê destnîşan dike. Nûçeyên ku di vê mijarê de di çapemeniyê de tên weşandin yek alî ne û ji aliyê navendekî ve tên rêvebirin. Li hember gelê me û tevgera me şerê psîkolîk tê meşandin û tu eleqeya van nûçeyan bi rastiyê re tune. Demek berê Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê daxuyandibû ku ne li Hewlerê ne jî li cihekî din hevdîtin û muzakere çênabin. Nûçeyên ku di çapemeniyê de tên weşandin û tê gotin ku dê PKK di nava 10 rojan de çekan berde derew in û ev nûçe asparagas in û perçeyek şerê psîkolojîk in.