Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind bi nûnerê eşîretan re hevdîtin pêk anî

Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind bi nûnerê eşîretan re hevdîtin pêk anî

Komîteya Têkirliyan a Desteya Bilind a Kurd, bi armanca nirxandina amedekirina kongreya eşîretên kurd li herêma Cezîrê, ku di 21'ê sibatê, de were lidarxistin civiyan.

Li bajarê Qamişlo Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind a Kurd, bi armanca nirxandina, karê komîteya amedekar a kongreya ''Hevdîtina Eşîretên Kurd li Cezîrê'' ku tê payin di 21'ê sibatê de were lidarxistin. Civîn bi nûnerên hin eşîretan re hate lidarxistin. Di civînê de endamên Komîteya Têkiliyan Hediye Yûsif û Îsa Hiso amede bûn.

Tê payin ku roja pênşemê 21'ê sibatê kongreya hevdîtina eşîretên kurd li Cezîrê  were lidarxistin û heyetek were avakirin, ew heyet bi eşîretên Ereban yê herêmê re têkiliyan li dar bixin.