Komîteya Tendirustiyê ya DBK’ê navendekî li Hesekê vedike
Komîteya Tendirustiyê ya DBK’ê navendekî li Hesekê vedike
Komîteya Tendirustiyê ya DBK’ê navendekî li Hesekê vedike
Komîteya Tendirustiyê ya Desteya Bilind a Kurd li bajarê Hesekê bi armanca vekirina navenda tendirustiyê civînek ji bijîşkan re lidar xist. Navenda ku were vekirin dê ji beşên jin, zarok, nexweşiyên hundirîn û emeliyatê wê di nava xwe de bigre. Her wiha navend wê di saetên êvarê de di xizmeta gel de be.
Komîteya Tendirustiyê ya Desteya Bilind a Kurd bi armanca vekirina navenda tendirustiyê li navenda Encumena Niştimanî Kurdî de civînek ji bijîşkan re lidar xist. Di civînê de biryara vekirina navenda tendirustiyê ya ku gelek beşan di nava xwe de digre hate girtin. Her wiha bijîşkan destnîşan kirin ku navend wê di saetên êvarê de di xizmeta gel debe û pêşwaziya nexweşan bike.
Di civînê de li ser girîngiya vekirina navenda tendirustiyê di wê demê de ji aliyê bijîşkan ve hate nîqaş kirin û balhatkişandin ku wê di demên pêş de li gelek deverên din jî navend werin vekirin. Bijîşkan diyar kirin ku ji ber rewşa şer ya Sûriyeyê derman pir kêm bûne û pêwîtiyên nexweşan tam nayên pêşwazî kirin, lewre jî komîta tendirustiyê pêwîstî bi vekirina navendekî wiha dît ku di xizmeta gel de be.