Welatên endamên Komkara Ereban li Qetar kom bûn û bang îstfayê li Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar Esad kir. Yekitiya Ewropayê (YE) jî biryara şidandina embargoya li ser rêveberiya Şamê da.
Komkara Ereban li paytexta Qetar Dohayê der barê rojeva Sûriyeyê de kom bû. Di civînê de wezîrên derve yên welatên Ereb amade bûn. Di civînê de banga îstîfayê li Serokdewletê Sûriye Beşar Esad hate kirin.
Di daxuyaniya piştî civînê hat diyarkirin ku dive malbata Esad di nava ewlehiyê de ji welêt derbikeve. Komkara Ereban bang kir ku hikûmeteke demkî ya ji muxalîfan pêk tê ava bikin.
YE PÊKANÎNÊN LI SER ŞAMÊ ŞIDAND
JI YE AMBARGO
Yektiya Ewropayê jî li dijî rêveberiya Şamê ambargoya çekan kir bin kontrola teng û der barê vê de biryar girt. Wezîrên karê derve yên YE’ê biyar da ku 26 kes û 3 şîrketên nêzî hikûmeta Suriyeyê de hebûna şîrketanbicemidîne. Kes û şîrketên mijara gotinê de dê tevli lîsteya reş ya YE’yê ku 129 kes 3u 49 lijne tê de ne bike.
Li gel vê wezîran dan zanîn ku dê embargoya çekan bixin bin kontrola ambargoyê. Li gorî vê li herêma YE’ê li kontrola birina çekan a li ser behrê û hewayê dê bên zêdekirin û ji bo vê jî dê kesên taybet bên peywirdarkirin.
Îngîlîstan û Fransayê xwest YE jibo penaberên Suriyeyê alîkariyê zêde bike û wezîrê karê derve Wîllîam Hague got bila YE piştî Esad piştgriyê bide muxalîfan ku partiyekê amade bike.