Komkujiya 19’ê Kanûnê li Wanê hat protesto kirin

Komkujiya 19’ê Kanûnê li Wanê hat protesto kirin

Komkujiya girtîgehê a 19’ê Kanûnê bi daxuyaniyekî çapemeneyê li pêş Girtîgeha Tîpa F a Wanê hat protesto kirin. Serokê şaxa İHD’a Wanê Hamdî Bayhan got ku Tirkiye di mijara girtîgehan de xwedî derbazbûyekî reşe.

Komeleya Mafê Mirovan (İHD) komkujiya girtîgehê a 19’ê Kanûnê li pêş Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi daxuyaniyekî çapemeniyê hate protesto kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de endamên Mazlum-Der’ê û DEP-DER’ê û VAKAD’ê piştgirî dan. Ji bo şermezarkirina komkujiyên ku di 19’ê Kanûna 2000’ê d eli girtîgana çêbûyîn ku daxuyaniyekî çapemeniyê hat li darxistin ji aliyê Serokê şaxa İHD’a Wanê Hamdî Bayhan ve hat xwendin. Bayhan got ku di 19’ê Kanûnê de di bin navê ‘vegera jiyanê’ de komkujiyek pêk hatiye. Bayhan bal kişande ser komkujiya 19’ê Kanûnê weke şermek mezin derbazî dîrokê bûye û hîna berpirsên vê komkujiyê ne hatine lêpirsîn kirin û wiha got: “Dîroka dewleta Tirk dîrokekî girtîgehane. Tirkiye di vê mijarê de xwedî derbazbûyekî reşe.”

Bayhan ku bi bîrxist komkujiya 19’ê Kanûnê li pêş çavê Tirkiyê û Cîhanê pêk hat û mirovahî li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma û got ku piştî operasyonan 104 kesên din di greva roja birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan. Bayhan diyar kir ku hîna li girtîgehan îşkence, mirin û tûndî berdewam dikin bangewazi li raya giştî kir ku di mijara girtîgehan de şiyar bibin.