Komkujiya Geliyê Zeynê çû ber destê DMME
Komkujiya Geliyê Zeynê çû ber destê DMME
Komkujiya Geliyê Zeynê çû ber destê DMME
Li Geliyê Zeynê ya Erzînganê di 8'ê Tebaxê sala 1938'an de 95 hemwelatî hatin gulebarankirin. Ligel ku di navberê de 75 sal derbas bû heta niha tenê carekê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Erzînganê ve lêpirsîn hate destpê kirin lê, hê 20 roj di navberê de derbas nebû biryara neşopandinê hate dayîn. Parêzerê malbatan Cîhan Soylemez, diyar kir ku huqûqa navxweyî xelas bû.
Parêzer Cîhan Soylemez ku ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) re derbarê Komkujiya Geliyê Zeynê de axivî got: "Me di 9'ê Îlona sala 2011'an de ji bo gorên komî bên vekirin, li ser cendekan testa DNA'yê bê kirin û cendekan radestî malbatên wan bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê da. Dozgeriyê lêpirsîn vekir lê hema paşê biryara neşopandinê hate dayîn. Ji ber vê yekê jî me doz şande Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)."
Dîrok, 6'ê Tebaxê 1938 bû. Tevgera Dêrsimê, di Adara 1937'an de destpê kir, heta Îlonê dom kir. Pêşengê serhildanê Seyît Riza, di 13'ê Îlonê 1937'an de banga wî û hevpeymanê hate kirin lê hate girtin û bi 11 hevalên xwe re hate bidarvekirin. Serhildan nesekinî. Serhildan heta Îlona 1938'an dom kir. Gundê Maxaçur ku gundekî Elewiyan e û di navbera Erzîngan û Dêrsimê de bû agirê Komkujiya Dêrsimê di pişta xwe de hîs dikir. Weke girêdayîneke tevgera Dêrsimê li gundên derdora Erzînganê, 95 hemwelatiyên Elewî 2 rojan di wargehekê de hatin girtin û pişt re jî di 8'ê Tebaxê de li Geliyê Zeynê ya di navbera Dêrsîm û Erzînganê de ye hatin gulebarankirin. Gundiyên sax man jî sûrginî bajar û navçeyên Balikesîr û Edîrneyê hatin kirin.
'PIŞTÎ KOMKUJIYÊ JIYANA SÛRGINÊ DESTPÊ KIR'
Canpolat Yakar, diyar kir ku roja 95 kes hatin qetilkirin ew hîn 3 mehî bû. Yakar, da zanîn ku ji yên hatin qetilkirin ê herî ciwan bavê wî Nûrî Yakar hêj 19 salî bû. Yakar, destnîşan kir ku piştî komkujiyê sûrginan destpê kirin. Yakar, anî ziman ku hin ji wan sûrginî Balikesîr û navçeyên wê û hin kes sûrginî Edîrne û navçeya wê Keşanê hatin kirin. Yakar, di nefîkirinê de de 2 birayên xwe di vegerê de jî dayika xwe wenda kir. Yakar, trajediya komkujiyê wiha vegot: "Di nefîkirinê de para me gundê Mana ya girêdayê navçeya Susurluk a Balikesîr ê ket. Ez bi dayika xwe Sumbul û sê birayê xwe re li gund bi cih bûn. Birçîbûn û nexweşî li me peyda bû. Pêşî kekê min Hasan jiyana xwe ji dest da. Pişt re jî ez dayika xwe û bi birayê xwe Mustafa re bi qeçaxî vegeriyan Erzînganê lê Mustafa ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Dayika min Sumbul hate girtin û ew dîsa şandin Balikesîrê. Nefî di 1946'an de xelas bû. Dema weke dayik û kur vegeriyan gund, bi destê dewletê hemû mulkên me dabûn kesên derdorê û dest danîbûn ser. Di sala 1951'ê de dayika min jî di 30 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dema ez sêwî mam hêj 13 salî bûm." Yakar, diyar kir ku ew tenê dixwaze mafê bavên wî û hevalên wî îade bikin û wiha got: "Heke mafê bavê min û hevalên wî îade bikin dê bavê min di gora xwe de rehet be. Ez li gora bavê xwe digerim. Bê sûc û bela bavê min û hevalên wî hatin gulebaran kirin."
'BILA KOMKUJÎ BÊ QEBÛLKIRIN'
Kadriye Çetînkaya jî, wiha got: "Van mirovan digirin dibêjin îfadeya we heye. Li Kiliçkayayê kamp çêdikin. Du roj pişt re bê pirs wan gulebaran dikin. Çi ji cendekan hat kes nizan e. Leşker heta berf dibare disekinin. Bê ku binax bikin davêjin ber çûk û sewalan. Dema havîn tê hestî û serê wan dicivîn in." Çetînkaya, destnîşan kir ku ji bo kalên wan ên di Geliyê Zeynê de tên qetilkirin hin serlêdanan kirine û ev tişt gotin: "Em dixwazin bê qebûlkirin ku kalên min tu sûcekî wan tunebûn hatine qetilkirin. Ji bo wan gor û li ser wan navên wan bên nivisandin. Em dixwazin ax bavêjin ser kalên xwe."
'BILA ARŞÎV BÊN VEKIRIN!'
Îbrahîm Aktaş jî, ev tişt gotin: "Kalekî min di Geliyê Zeynê de hate qetilkirin. Me ji Serokomar re ji bo komkûjiya li Dêrsimê, yên di Geliyê Zeynê de hatiye kirin derkeve holê daxwazname şand. Ez gora kalê xwe dixwaz im. Bila arşîv bên vekirin."
Parlementerê berê ya SHP'ê Alî Îbrahîm Tutu jî, di nivisa xwe ya ku di navê de wêneyên bavê xwe ji Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re şandî de, vê bangewaziyî kir: "Ev ne bûyerek siyasî ye. Ev bûyera parlementoyê ye. Bila divê mijarî de empatiyê bikin. Li hemberê van daxwazên me bi hîstiyar bin. Her sal Anzakî tên, gorên xwe ziyaret dikin, ligel pêkhatina şer jî, lê kalên min tevlî şerê Rûs an bûye, hemwelatiyê vê welatî ye lê ji bo kalê min 2 metre perçe ax pir dîbîn in. Ev pêkanînek dijmirovahiyê ye. Ji ber ez endamê hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me fedî dikim."
DOZGERÎ LÊPIRSÎN VEKIR LÊ 20 ROJ PIŞT RE BIRYARA NEŞOPANDINÊ DA
Li Geliyê Zeynê ya di navbera Erzîngan û Dêrsimê de di 8'ê Tebaxa 1938'an de 95 hemwelatî hatin gulebaran kirin û qetilkirin. Malbatên 95 hemwelatiyên Elewî ku di encama serdegirtina 3 gundên Elewiyan ên bi navê Kiliçkaya, Maxaçûr û Çîsmîkor de hatin binçavkirin û li Geliyê Zeynê hatin qetilkirin, diyar kirin ku ev 75 sal in derek nemaye ku serlêdan nekirine, lê bi temamî hatine jibîrkirin. Komkujiya Geliyê Zeynê ku di pirtûkên dîrokê de derbas nabe û ji hêla dewlet û huk#umetan ve dixwazin bê jibîrkirin, ji hêla Canpolat Yakar a ku temenê wî bi komkujiyê re ye bi r#eya parêzerê xwe Cîhan Soylemez di 9'ê Îlona 2011'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê da. Di serlêdana xwe de xwestin ku "Gorên tomarî bên vekirin, li ser cendekan tetkîka DNA'yê bê kirin û cendekan radestî malbatên wan bên kirin". Dozgerî, der barê Komkujiya Geliyê Zeynê ku di serî de 73 derbasbûye de lêpirsîn da destpêkirin û ji cendermeyê xwest ka li her#ema tê gotin gor hene yan na bê tespîtkirin. Lê hêj di navberê de 20 roj derbas nebibû Dozgerê Erzînganê Mehmet Can Mihçi, der barê serlêdanê de ragihand ku Komkujiya Dersimê "Bûyereke der barê pirsgirêka asayîşê de ye" ji ber vê yekê nayê gotin ku ev qirkirine û jixwe ji ber ketiye ber demboriyê di 28'ê Îlona 2011'an de biryara neşopandinê da.
'ME ŞAND DMME'
Parêzer Cîhan Soylemez, diyar kir ku piştî serlêdana wan a dozgeriyê, dozgerî lêpirsînê vekir û talîmatê da cendermeyê. Soylemez, wiha got: "Lê tiştê herî balkêş ew e ku dozger ji bo hestî û gor hene an na lêkolîn bike ji cendermeyê ku di heman zîhniyeta ya di wê dema komkujiyê de kirine de ne, daxwaz dike. Ê bê guman li ser vê yekê ew jî tê bibêjin na tiştekî wisa tune ye û piştî 20 roj di navberê de derbas bû biryara neşopandinê da." Soylemez, anî ziman ku piştî biryara neşopandinê ji ber huqûqa navxweyî bi dawî bû, wan jî dest bi xebata civandina hemû belge, şop û gotinên şahidan kirine. Soylemez, da zanîn ku di dawiya 2012'an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane.
'MEJIYÊ DOZGERÊN ÊN ÎRO HEMAN MEJIYÊ SALÊN 1938/-40'Î NE, TIŞTEK NEGUHERIYE'
Soylemez, ragihand ku ev komkujî girêdayî komkujiya Dêrsimê ya 1938'an e û da zanîn ku dewlet û hukûmetên heta niha hatine Komkujiya Dêrsimê nêrîna wan eynî ye û napejirînin. Soylemez, destnîşan kir ku komkujiyên wiha dema tê polemîka siyasî nîqaş tên kirin, lê dema tê darizandinê ji ber ku tê wateya qebûlkirina komkujiyê bê encam dimîne. Soylemez, wiha got: "Dema me serî li dozgeriyê da, jixwe hewce bi lêkolînê jî nedît û biryara neşopandinê da. Ji ber ku mejiyê dozgerên îro mejiyên di salên 1930-40'î re eynî ne, tiştek nehatiye guherandin. Biryara neşopandinê ji me re balkêş nehat. Jixwe me jî şande DMME