Komkujiya Geverê li Erzirom û Şemzinanê hat şermezarkirin

Komkujiya Geverê li Erzirom û Şemzinanê hat şermezarkirin

Rêxistinên BDP û HDP'ê yên Erzirom û Şemzînanê bi boneya kuştina 3 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin şermezar bike çalakî pêk anîn. 

Rêxistina BDP û HDP'ê ya Erziromê ji bo kuştina 3 welatiyên li Geverê ji aliyê polisan ve hatin qetilkirin şermezar bike meş pêk anî. Di meşêde rêveberên BDP û HDP'ê û xwendekarên zanîngehê jî tevli meşê bûn. Koma ku li ber avahiya BDP'e kom bûn, heta qada Mahallebaşiyê meş pêk anîn. Komê di meşê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" gotin. Piştî meşê Serokê BDP'a Palandokenê Tuncay Kumkapi axaftin kir u kuştina 3 welatiyan şermezar kir. 

COLEMÊRG 

Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê jî bi heman armancê meş pêk anî. Koma li kolana Cumhuriyetê civîyan heta avahiya BDP'ê meşiyan û li vir kuştina Veysel Îşbilir, Mehmet Reşît Îşbilir û Bemal Tokçu şermezar kir. Komê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serhildana Geverê", "Bijî Serok Apo" û "Disa disa serhildan Seroke me Ocalan", qêr kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê Cabbar Taş, axaftin kir û kuştina welatiyan şermezar kir. Nûner û rêveberên gelek saziyên Şemzînanê jî tev li çalakiyê bûn û qetikirina 3 welatiyan şermezar kir.