Komkujiya Geverê li Kuçukçekmeceyê hat protestokirin

Komkujiya Geverê li Kuçukçekmeceyê hat protestokirin

Komkujiya polîsên Tirk a li Geverê kirin, li navçeya Stenbol Kuçukçekmeceyê bi pêşengiya meclîsa ciwanan hat protestokirin.

Qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû, li navçeya Stenbol Kuçukçekmeceyê bi peşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê bi meşekê hat protestokirin.

Di meşa ku Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Rarmazan Çetîn Çakmak jî amade bû de dirûşmên "Şehîd namirin", "Gelê Geverê ne bi tenê ye", "Kujer polîs dê hesab bide" û "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.

Li dû meşa li kolana Florya li Çarxerêyê daxuyaniyek hat dayîn. Endama Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Dilber Ceylan daxuyanî xwend û diyar kir ku ti ji polîsên komkujî kirine nehatine darizandin û got, "Polîsan ji vê rewşê hêz girtin û gelek komkujî kirin. Polîs bi hêsanî dikarin gule li rûyê mirovan bireşîne."

Ceylan bal kişand ser bêdengiya çapemeniya Tirk a li pêşberî komkujiyê û got, "Ev yek jî nîşaneya hatina komkujiyên nû ye. Divê gelê welatparêz ê Geverê vê baş bizanibe. Roboskî jî, Dêrsim jî, Kop jî, Stenbol jî bi ruhê canfeda pê re ne."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê em komkujiyê bi hêrseke mezin şermezar dikin, yên ev komkujî kirine lanet dikin, ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin." Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.