Komkujiya Geverê li Tûrgûtlû û Sûltanbeyliyê hat protestokirin

Komkujiya Geverê li Tûrgûtlû û Sûltanbeyliyê hat protestokirin

Komkujiya li Geverê ku di encama gulereşandina polîsan de M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû hatin qetilkirin, li navçeya Manîsa Tûrgûtlû û navçeya Stenbolê Sûltanbeyliyê hat protestokirin.

Li navçeya Manîsa Tûrgûtlûyê, rêxistinên BDP û HDP'ê yên navçeyê li Taxa Îstasyon Alti hatin cem hev û heta Salona Dawetê ya Şaredariyê meşiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Tûrgûtlûyê Selahattîn Dagli li ser navê komê axivî û diyar kir ku polîsên li hemberî mirovên nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşandane tundî bikar anîne, xizmetî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê dikin. 

Ji bo rêveçûna pêvajoya muzakereyê Dagli bang li hikûmeta AKP'ê kir ku berpirsyaran derxîne pêşberî dadgehê û got, "Emê li pêşberî mirinan bêdeng nemînin. Ya jiyaneke bi rûmet yan jî berxwedaneke bi heybet." Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

Li navçe Stenbol Sûltanbeyliyê jî Meclîsa Gel û Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Navçeyê, bi meşekê komkujiya li Geverê şermezar kirin.

Bi dehan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Sûltanbeyliyê hatin cem hev, pankarta bi nivîsa "Em komkujiya li Geverê şermezar dikin" vekirin û bi meşaleyan ber bi Mizgefta Navendî ve meşiyan.

Li dû meşê girseya gel daxuyaniyek da çapemeniyê û hat destnîşankirin ku komkujiyên salên 1990'î ser wan dihatin nixumandin, lê di roja îro de pêwistî bi nixumandina wê jî nayê dîtin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dewlet dibêje, 'Me kuşt, hûn nikarin tiştekî jî bikin'. Bi vî rengî helwesteke ji ya salên 90'î xerabtir nîşan dide. Ya herî xerab ew e ku dewlet cînayekên vekirî rewa dike. Nêzîkatiyên bi vî rengî ancax li welatên faşîst bên dîtin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dijberên aştî û çareseriyê dê nikaribin pêvajoya çareseriyê provoke bikin û hat gotin, "Pêwîste AKP bi heman vînê bersivê bide vîna aştiyê ya tevgera Kurd. Pêwîste hesabê komkujiyên xwe yên li Gezî, Lice û Geverê bide gel."