Komkujiya Geverê li Wanê hat protestokirin
Komkujiya Geverê li Wanê hat protestokirin
Komkujiya Geverê li Wanê hat protestokirin
Qetilkirina Reşît û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsên Tirk ve, li Wanê bi meşeke girseyî û daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer di axaftina xwe ya li vir de got, "Guleyên li Geverê li 2 ciwanan ketine, di heman demê de li pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ketine."
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Reşît û Veysel Îşbîlîr ên di dema çalakiya protestokirina xerakirina gorên gerîlayan li navçeya Colemêrg Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, girseya gel li ber Mavî Plaza li hev kom bû û ber bi Parka Feqiyê Teyran meşiya.
Di meşê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah bi sedan kes amade bûn. Girseya gel wêneyên Reşît û Veysel Îşbîlîr rakir û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer polîs dê hesab bide" qîriya.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Feqiyê Teyran de Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah peyivî û anî ziman ku gelê Kurd, hesabê vê komkujiya bi destê dewletê hatiye kirin, çi zû çi dereng dê bipirse. Îtah ragihand ku bersiva dewleta Tirk a ji daxwazên aştiyê yên gelê Kurd timî komkujî û mirin bûye û destnîşan kir ku dewlet bi provokasyonan re dixwaze pêvajoyê sabote bike. Îtah got, "Yanî dewlet dixwaze ji nû ve li dijî gelê Kurd şer bike. Lê bila dewlet vê bizanibe ku şerên nû dê berdêleke giran bide wê, ev şer wê bibe şerê navxweyî û rê li ber qutbûyînê veke. Xwîna Mehmet Reşît û Veysel ên pêr li Geverê bi destê polîsan hatin qetilkirin, dê li erdê nemîne. Gelê Kurd bi ruhê serhildanê dê ji niha û pê ve daxwazên xwe yên demokratîk bîne ziman."
‘DEWLETÊ GULE BERDAYE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ’
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî diyar kir ku dewletê bi komkujiya li Geverê re nêrîna xwe ya li Kurdan careke din nîşan daye û got, "Komkujiya li Geverê komkujiyek yekser ji aliyê hêzên dewletê, polîs û faşîzma dewletê ve hatiye kirin. Bêdengiya li pêşberî vê komkujiyê şaşitî ye. Her kesên alîgirên demokrasî û mirovahiyê, divê bêdeng nemîne. Guleyên li Geverê li 2 ciwanan ketine, di heman demê de li pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ketine. Li bedenên şehîdên me şopa fîşekên pêvajoya aştiyê hene."
‘PÊWÎSTE GELÊ ME LI HEMBERÎ PROVOKASYONAN HIŞYAR BE’
Uçer da zanîn ku di hevdîtina duh a li Îmraliyê de Ocalan ji malbatan re sersaxî xwestiye û got, "Aniye ziman ku divê gel li pêşberî provokasyonan hişyar û xwînsar be. Divê em hişyarî û xwînsariyê baş binirxînin. Xwînsarî nayê wateya bêdengiyê. Dibêje, 'Sekna xwe ya bi rûmet nîşan bidin, têkoşîna xwe bilind bikin û bersiva pêwîst bidin'. Em ji vê derê bang li hikûmetê dikin. Qeymeqamê Geverê û berpirsyarên din tavilê ji wezîfeyê bigirin. Naxwe hûnê bibin berpirsyarên vê komkujiyê. Her wiha divê em ji bo Bemal Tokçû yê di bûyerên duh ên li Geverê de bi giranî birîndar bû, hestiyar bin."
Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşman ber bi avahiya BDP'ê ya Bajêr ve meşiya û piştre belav bû.