Komkujiya Hûlayê kê kir?

Komkujiya Hûlayê kê kir?

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dewleta Sûriyeyê weke berpirsê komkujiya Hûla ya ku têde zêdetirê 100 kesên sivîl mirin weke berpirs destnîşan kir û xwest dest ji karanîna çekên giran berde. Sûriyeyê ragihand ku tu têkiliya wan bi komkujiyê re tune ye, Mosko û Tehran jî dixwazin berpirs bên aşkerekirin.

Konseya Ewlekariya NY’yê duh bi awayeke lezgîn ji bo rewşa Sûriyeyê civiya û tevî Rûsyayê, bi hevdengiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi tank û topan bajarê Hûlayê topbaran kiriye. Serokê Şandeya Çavdêrên NY’yê ya li Sûriye generalê Norwecî Robert Mood ragihand di komkujiyê de 108 kes jiyana xwe ji dest dane.

Konseya Ewlekariyê ya NY’yê Sûriyeyê weke berpirsê komkujiyê nîşan da û got; “Divê berpirsên tundiyê bêne cezakirin”. Di berdewama daxuyaniyê de hat xwestin ku rejîma Şamê tavilê dest ji karanîna çekên giran berde û hat xwestin alî dawî li pevçûn û tundiyê bînin.

Di belavokê de wiha tê gotin; “Endamên Konseya Ewlekariyê bi zimaneke herî tund, cinayetên ku di encama êrîşên topbaranî yên artêşa Sûriyeyê yên li hemberî Hûla ya li nêzîkê Hûmsê pêk hatin de şermezar dike. Konseya Ewlekariyê îşkenceyên giran ên li hemberî sivîlan û ji nêzîk ve gulekirina sivîlan şermezar dike. Karanîna hemû hêza li hemberî sivîlan ne li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî ye.”

Di daxuyaniyê de piştgiriya ji bo hewldanênaşitiyê yên Nunerê Komkara Ereban û NY’yê Kofî Annan hat dubarekiri û ji Annan hat xwestin ku daxwazên Konseyê ji rejîma Sûriyeyê re rabigihîne.

SÛRIYE: BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞ PÊK HAT

Berdevkê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Cîhan Makdîsî jî diyar kir ku tu berpirsyatiya hikûmeta Sûriyeyê ya li hemberî komkujiya li Hûlayê pêk hat tune ye û komkujiyê şermezar kir.

Li gorî nûçeya SANA’yê, Makdîsî diyar kir ku “terorîstan” bi çekên giran herêmê topbaran kirine. Makdîsî da diyarkirin ku li Hûlayê êrîşê mirovên hejar û bêguneh kirine.

ÎRAN Û MOSKOW BI FIKAR IN

Çînê komkujiya Hûlayê şermezar kir û xwest di demek zû de lêpirsînê bên destpêkirin, lê di mijara berpirsyartiyê de rejîma Esad destnîşan nekir. Ji bo Moskowê jî mijara Sûriye berpirsê komkujiyê ye an na, mijareke aloze û dixwaze di demek zû de were ronîkirin. Rejîma Îranê jî komkujiyê şermezar kir û got; “Divê berpirsên komkujiyê bên dîtin.” Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ramîn Mehmanperest û diyar kir ku destwerdana ji derve û çalakiyên terorîstan mehkûmên binketinê ne.

ANNAN LI SÛRIYEYÊ YE

Ji aliyeke din ve, Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan li Sûriyeyê ye û tê payîn ku bi Serokdewletê Sûriye Beşar el Esad re hevdîtinekê pêk bîne. Rayedarek Sûriye ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku Annan îro gihiştiye Şamê û dê îro bi Wezîrê Derve yê Sûriye Walid Muallem re jî hevdîtin pêk bîne. Rayedarê payebilind ragihand ku dê Annan sibê jî bi Esad re hevdîtinek pêk bîne.

Berdevkên Annan daxuyaniya rayedarê Sûriye nederewand û diyar kir ku ji ber hinceta ewlekariyê, ew nikarin beriya serdana Annan daxuyaniyan bidin.

Li aliyeke din jî, hat diyarkirin ku di encama operasyona artêşa Sûriye li Hemayê pêk anî de 33 kes hatin kuştin. Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku pevçûn rû daye û di nava miriyan de 5 jin û 8 zarok hene.