Komkujiya li Geverê li Akdenîzê hat protestkiirn

Komkujiya li Geverê li Akdenîzê hat protestkiirn

Li navçeya Mersîn Akdenîzê ciwanên YDG-H'yî li Taxa Şevket Sumerê komkujiya li Geverê bi çalakiyekê protesto kirin. 

Ciwan li ber qada futbolê ya li taxayê hatin cem hev. Maşîna zirxî ya ji bo dest li ciwanan werde ket rê, rastî bersivdayîna ciwanan a bi molotofkoktylê hat.

Di bersivdayîna ciwanan de maşîna zirxî şewitî û polîsan jî gule berdan hewayê. Di encama bersiva ciwanan a bi molotofkokteylan de polîs neçar man ji taxê derkeve.

Jinan jî li şaneşîna malên xwe bi tililiyan destek dan ciwanan. Hejmara beşdarên çalakiyê di demeke kurt de zêde bû. Polîsan dûre bi maşînên zirxî dor li taxê girtin. Tevî ku binçavkirî nîne jî polîs li taxên Şevket Sumer, Guneş, Yenî Hal û Gundogdûyê bi berfirehî kontrola nasnameyan dikin.