Komkujiya li Geverê li Marsîlyayê hat protestokirin

Komkujiya li Geverê li Marsîlyayê hat protestokirin

Li Geverê qetilkirina Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr, li bajarê Fransa Marsîlyayê ji aliyê ciwanan ve hat protestokirin.

Li Marsîlyayê komek ji ciwanên Kurd, bi armanca protestokirina qetilkirina Ap û birazê Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr, li pêş Konsolosiya Tirk a li Marsîlyayê çalakiyek lidar xist.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û pankartên bi nivîsa "Emê T.C. di xwîna rijandiye de bifetisînin", "Ji bo azadiyê li dijî Tirkiyê tolhildan" vekirin.

Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Kujer Polîs", "AKP dê hesab bide gel", "PKK gel e gel li vir e", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û li dîwarê konsolosiyê nivîs nivîsandin.

Ciwanan destnîşan kirin ku ewê li dijî komkujiyên AKP'ê helwesteke tundtir nîşan bidin.