Komkujiya li Geverê li Mîdyatê hat protestokirin

Komkujiya li Geverê li Mîdyatê hat protestokirin

Ereb, Asûrî, Suryanî, Keldanî, Mihelmî, Aramî, Kurd û Tirk ên li Mîdyatê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina du sivîlan li Geverê, şermezar kirin. Serokê Yekitiya Erebên Anatoliyê Mehmet Alî Aslan daxuyanî xwend û got, "Pêvajoya aştiyê bi ziman û gotinê nameşe. Gotin ancax bi çalakiyê dikeve meriyetê. Ji ber vê yekê divê li Meclîsê qanûnên awarte yên taybetî ji bo aştiyê, werin derxistin."

Tevî Serokê Yetiya Erebên Anatoliyê Mehmet Alî Aslan, Seroka Yekitiya Asûriyan a Beth Nahrîn Oşene Îde, Hevserok Yaşar Kaygisiz, Serokê Komeleya Çandê ya Suryaniyên li Mîdyatê Yûhanna Aktaş, Serokê Yekitiya Şemmîkan Bozo Bîlal Acar, Serokê Komeleya Astengdaran Abdulhakîm Yildiz û nûnerê Egîtîm-Sen Şaxê Mîdyatê Halîl Îbrahîm Efeturk, komek ji 15 kesan komkujiya li Geverê şermezar kir.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li Meydana Estel Koşk a Mîdyatê ji aliyê Serokê Yekitiya Erebên Anatoliyê Mehmet Alî Aslan ve hat dayîn. Aslan got, "Veysel Îşbîlîr û Reşît Îşbîlîr ên li Geverê ji aliyê sekvanê hêzên eminiyetê ve bi zanebûn hatin şehîdxistin, ne tenê şehîdên Kurdan e, şehîdên tevahiya bawerî û gelên Bethnahrîn, Beynehreyn û Mezopotamyayê ne. Aslan destnîşan kir ku ev fîşek ne tenê li gelê Kurd li xwişk û biratiya gelên Kurd, Tirk, Ereb, Asûrî, Suryanî, Mihelmî, Êzidî, Ermenî, Laz, Çerkez û gelên din ên li Anatoliyê dijîn ketine.

Aslan got, "Em baş dizanin, armanca wan a xerakirina goristanan ne tenê xerakirina goristanan e, di encama nerazîbûna li xerakirina goristanan re kuştina mirovan e. Bi vê yekê re tê xwestin pêvajoya aştiyê bê provokekirin û dawî li gel û baweriyan bê anîn."

Aslan di dewama axaftina xwe de got, "Dev ji mirovekî berde, kuştina gêrîkekê jî gunehekî mezine. Birêz Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û rayedarên hikûmetê ji guneyê her zindeyekî gelemperiya Tirkiyê berpirsyar in."

Aslan ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi selametî, heta niha qanûneke parastinê jî nehatiye derxistin û got, "Pêvajoya aştiyê bi tenê bi ziman û gotinê nameşe. Gotin ancax bi çalakiyan têkeve meriyêt. Lewma divê Meclîs qanûnên awarte yên taybetî ji bo aştiyê, derxîne."

Aslan di dawiya daxuyaniyê de got, "Em ji şehîdên xwe re rehma Xwedê, ji malbatan re jî sersaxiyê dixwazin." Aslan xwest kujer tavilê werin girtin û di wicdanê gelemperiyê de ji aliyê meqamên dadgeriyê ve werin mehkûmkirin.

Di daxuyaniyê de bi zimanên Erebî, Kurdî, Tirkî, Mihelmî û Suryanî dirûşmên "Bila destên dirêjî aştiyê dibin bişkên, "Bila kujer hesab bidin", "Ya aştî ya aştî", "Yên aştiyê naxwazin bila ji vir biçin" hatin qîrîn.