Komkujiya li Geverê li Wargeha Ş. Rustem Cûdî hat şermezarkirin

Komkujiya li Geverê li Wargeha Ş. Rustem Cûdî hat şermezarkirin

Komkujiya li Geverê, ku di encama gulereşandina polîsan de ciwanên Kurd M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest dan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi daxuyaniyekê hat şermerzarkirin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Geverê, Koordînasyona Meclîsa Gel û Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Ş. Rustem Cûdî, îro saet di 10:30 de li saziya malbatên şehîdan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya bi beşdariya xwendekar û şêniyên wargehê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KJB'ê hatin hildan.pişt  deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên kurdistanê, li ser navê parêzvanên wargehê Behrî Tûnç daxuyanî da.

Tûnç da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di Newroza 2013'an de li Amedê pêngava 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina jiyana Azad' daye destpêkirin, lê belê ta niha dewlet û hikûmeta AKP'ê ti gavên berçav ên ji bo bersivdayîna vê pêngavê neavêtine.

Tûnç diyar kir ku dewleta Tirk di rêyeke ku pêvajoyê dixe xeteriyê de dimeşe û goti “Li aliyekî qereqolan zêde dikin, sîstema cerdevana xurtir dikin. Li gel agirbestê jî li Rojavayê Kurdistanê destek dide çeteyên beramberî gelê Kurd şer dikin."

Tûnç bal kişand ser komkujiya dewleta Tirk a li Geverê ku di encamê de 3 ciwanên Kurd ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û got, “Gelê Kurd yê ku li hember bêrêzitiya dewletê ya ku li hember goristanên şehîdan rabûye, rastî êrişên polîsên dewlet û hikûmeta AKP’ê hat û di van nerazîbûnan de bi awayek hovane sê ciwanên kurd hatin qetilkirin. Bi vê boneyê em wek gelê wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî vê êrîşê, hemû êrîşê û hemû curên din ên êrîşan li hemberî gelê kurd şermezar dikin û sersaxiyê ji bo gelê kurd û malbatên wan rê dikin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Tolhidan” “Bijî berxwedana Geverê” “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.