Komkujiya li Rojava li Londonê hat şermezarkirin

Komkujiya li Rojava li Londonê hat şermezarkirin

Komkujiya çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê li Rojava dikin, li paytexta Îngilîstan Londonê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Gel a Brîtanya û PYD'ê, bi sedan kes li ber Konê Piştgiriya bi Taksîmê re yê Londonê li Parka Finsbury hatiye vedan, kom bûn. 

Di çalakiya bi piştgiriya rêxistinên şoreşger-demokrat ên Tirkiyeyî de, tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG, bijî Rojava", "Stop fascist attacks in Kurdistan", "Li ber xwe bide Rojava em li gel te ne", "Bijî biratiya gelan", "Kujer El Nûsra kujer AKP" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qêrîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo welatiyên di encama êrîşên çeteyên El Qaîdeyî de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û dûre li ser navê Meclîsa Gel a Brîtanyayê û PYD'ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat ragihandin ku hêzên mêtînger û navnetewî yên xwe li statuya Kurdên li Rojava ranagirin, bi destê çeteyên ser bi El Qaîdeyê li dijî Kurdan şer îlan kirine û komkujiyan dikin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku berxwedana YPG'ê ya li dijî êrîşên çeteyan bûye sedem ku pêşî li gelek hewldanên komkujiyê bê girtin û bexwedana gelê Rojava û YPG'ê hat silavkirin. Di axaftinan de bang hat kirin ku çalakî û kampanyayê piştgiriya bi gelê Rojava re bên zêdekirin.

Li ser navê Konê Piştgiriya bi Taksîmê ya Londonê axaftin hat kirin û komkujî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de peyama Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a Elmanyayê jî hat xwendin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.