Ji rûpelên reş ên dîroka mêtîngeriya Înglîstanê, binpêkirinên mafan ên di dema serhildana Mau Mau ya li Kenyayê pêk hat de qewimîn, diçe dadgehê.
Piştî di belgeyên Wezareta Derve ya Îngilîz de hat zanîn ji berxwedêrên serhildana di 1952’yê de li hemberî mêtîngeriya Îngilîz a li Kenyayê Wa Nyingi, Jane Muthoni Mara û Paulo Nzili dijîn, her sê berxwedêrên Mauyê Îngilîstanê dan dadgehê
Tê diyarkirin ku di dema serhildana Mau Mauyê de hikûmeta Îngilîz 8 hezar serhildêrên Kenyayî kuştin. Lê li gorî dîrokzanan ev hejmar ne rast e, hejmara wendahiyên Mauyan gelek zêdetir e û digihe deh hezaran.
Di girtîgehên Îngilîzan de mûameleyên hovane li berxwedêrên Mau Mau hatin kirin. Tê gotin ku berxwedêrên mêr di girtîgehan de hatin xesandin û berxwedêrên jin jî hatin tecawizkirin.
Sazî û rêxisitnên mafên mirovan beriya deh salan belgeyên der barê çewişandina vê serhildanê de yên di arşîva Wezareta Derve ya Îngilîz de berhev kirin û van belgeyan rê li ber vekirina dozê vekir.
Hikûmet Îngilîz ragihand ku hikûmeta niha ne berpirsê xeletiyên hikûmeta mêtînger e û van tawanbarkirinan red kiribû. Lê Dadgeha Bilind a Înglîz serlêdana ji bo vê dozê qebûl kir. Bi qasî temenê Vambugu Nyingi û sê berxwedêrên din têtê bike, dê îfade bidin. Dozdarek din ê kal jiyana xwe ji dest da. Berxwedêrên dijîn dê li mafên berxwedêran bigerin û hewl bidin ku hikûmeta Înglîz lêborînê ji wan bixwaze.
Vambugu Nyingi, der barê dozê de daxuyaniyek da û got; “Em ê qezenç bikin. Em hemû bimirin jî dê doz berdewam bike. Zarokên me dê ji bo dadê têbikoşin.”