‘Komkujiya Qamişlo berê de hatibû plan kirin’
‘Komkujiya Qamişlo berê de hatibû plan kirin’
‘Komkujiya Qamişlo berê de hatibû plan kirin’
Li Bajarê Qamişlo di 12’ê Adara 2004’an de komkujiyek pêk hat û 52 kesî jiyana xwe ji dest da. Şahidê komkujiyê Gêrîla Rûstem Yekta diyar kir ku, komkujî girêdayê peymana di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêk hatiye û got: “Komkujiya Qamişlo senaryoyek berê hatiye amadekirine.”
Di 12’ê Adara 2004’an de li Kurdistanê komkujiyek pêk hat. Bûyer di dîrokê de wek komkujiya Qamilşo derbas bû û di bûyerê de aliyekî şoven yên ereb ku maça futbolê kirin hincet jê 29 Kurd bi giştî 52 kes qetilirin. Bi hezaran birîndar bûn û ji du hezarî zêdetir Kurd hatin binçavkirin.
Gerîla Rûstem Yekta ku dema komkujiya li Helebê faliyetên ciwanan dimeşand şahidiya bûyerê kir. piştî komkujiyê Yekta jî 8 salan di zindanên Amedê de ma. Gerîla Rûstem ku niha li Qadên gerîlayane di derbarê komkujiyê de ji axivî.
Rûstem Yekta anî ziman ku, komkujiya Qamişlo polîtîkayên rejîma Sûriyeyê ya li dij kurdan bû û got: “ Rejîma Sûriyeyê jî ji welatên din mînak girt û ser kurdan de çû. Rejîmê ji bo komkujiya Sûriyeyê pêk bîne ji hêzên mêtînger piştgirî girtin. Beriya komkujiya Qamişlo peymana Sûriyeyê ya bi Rirkiyeyê re a Edenê heye. Li ser vê peymanê derbarê kurdan de danûstendina nêrînan hat kirin. Vê peymana li dij kurdan têkilyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi hêz kir.
Ev têkilî gelê Kurd bû. Faktora esas tevgera Kurd bû. Sûriyeyê nediwest kurdên wir wek yên Bakur pêş bikevin. Tirkiyeyê ji xwe dixwest gelê Kurd tune bike. Bi peymana Edenê re Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re tevger kir.”
DIXWESTIN KURDAN QIR BIKIN
Yekta destnîşan kir ku, bingeheke vê komkujiyê ya dîrok heye û got: “Ji bo mirov vê fêm bikin divê mirov li dîrokê binêrin. Dema Fransayê şerê serbixwebûnê dida, kurdan li dij Fransayê şer dikir. Di 1946’an de têkiliyê Kurd û Tirkan pêşve çû. Piştî avabûna komara Sûriyeyê ji rayedarên dewletê bigire heta wêjevanan ji bo înkara kurdan hewl da. Di 1963’an de polîtîkayên înkarê zêde bû. Paratiya Baas polîtîkayên nû derxist. Ev yek polîtÎkaya nifûsê bû. 140 hezar Kurd bê nasname hatin hiştin. Wek welatî qebûl nekirin. Polîtîkayên din jî pêk anîn. Di bin navê ‘Kemera Ereban de’ polîtîka pêk anî.
Ya din jî polîtîkaya sîxurtiyê bû. Yanî pêşxistina netewperestiya Ereban bû. Ji ber vê hemû navê kurdî bi erebî hatin guhertin. Mesela navê Dêrikê kirin Malikî. Ev polîtîka heta komkujiya qamişlo berdewam kir.
KURDÊN ŞOREŞGER BANDOR LI EREBAN KIR
Yekta di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser aliyên cuda yên Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Gelê li Sûriyeyê dijî li gorî wan rengên wan hene. Bi hatina kurdên şoreşger ya li Rojavayê Kurdistanê bandor li ser gelê ereban jî kirin. Kesayetên girîng yên wekê Nurettîn Zaza, Îhsan Nurî Paşa hatibûn Sûriyeyê. Îhsan Nurî Paşa û Celadet Alî Bedirxan cemiyeta Xoybûn li wir vekriin. Her wiha Cîgerxwîn û Îhsan Nurî Paşa di 1957’an de partiya yekemîn ya Kurd ava kirin. Lê Baas hat desthildariyê û partî parçe kirin.
EV 20 SALE BI RÊXISTININ
Yekta di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevgera Azadiyê PKK’ê gelê kurd yê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir. di 1979’an de bi hatine PKK’ê re di civakê de guherî çêbûn. Ji wê rojê şûnde rêxistinbûna civakê pêşket. Bi ked û hewldana Rêber Apo ev 20 sale di nav rêxistinbûnê de ne.”
DIXWESTIN CIVAKÊ BI HEV BIDIN ŞIKANDIN
Yekta diyar kri ku gelê Kurd û ereb bi salanin bi hev re dijîn û got di navbera wan de tu pirsgirêk tune lê hêzên mêtînger di navbera gelê Ereb de netewperestî pêş xistiye, bi polîtîkayên şovenîzmê eşîrên ereban û komên kurdan anîne hemberî hev.
DERKETIBÛN NEÇÎRA KURDAN
Komkujî di 12’ê Adara 2004’an de di maça futbolê ya Qamişlo û Derazor de derket holê. lê komkujiya pêk hat ne bi maça futbolê dest pê kiribû. Senaryoyek ji berê de hatibû amade kirin û kirinbûn jiyanê ev komkujî ji aliyê Waliyê Hesekê ve hatibû sorkirin.Waliyê Hesekê çeteyên eşîrên girêdayê dewletê kir dewrê û wan jî komkujiya Qamişlo pêk anî. Li hemberî kurdan li sahayê komkujî pêk hat. Li sahayê 7 kes mirin. Piştre hêzên dewletê li kolanan derketin nêçîra kurdan. Gelek mirov hatin qetilkirin. Li Qamişlo 29 kurd, 4 ereb, 19 leşker- polîs 52 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes hatin girtin. Kurdan serî hildan. Komkujiyê bi xwe re pevçûnên kurd-ereban anî.”
PYD’Ê GELÊ KURD PARAST
Yekta diyar kir ku, ji partiyên kurd Paratiya Yekitiya Demokrastîk parastina gelê Kurd kir û piştî komkujiya Qamişlo ji serhildanên Efrîn, Heleb, Cizîr û cihên din re pêşengî kir. Yekta wiha got: “Yên ku bertek nîşan didan kes an jî kom bûn. Hemû gelê Sûriyeyê jî matmayî mabû. Li bende komkujiyek wisa bûn. Rejîma Sûriyeyê nedihişt kes bîhna xwe bigire. Civakê jî ji tirsan bertekên xwe nedianî ziman. Li Halebê ciwanan xebat dimeşand. Dema me agahî girt em ketin nava hewldanan. Xwendekarên zanîngehê çalakî pêk anîn. Çalakiyên me daketin qadan. Piştî komkujiya Qamişlo dewletê çetenyên xwe berdan kolanan. Dixwestin çalakgerên kurd teşîr bike. Lê gelê Kurd yê xwe bi rêixstin kiribû, serî netewand û rejîm têk çû.”