Komkujiya Roboskî li gelek navendan bi girseyî hat şermezarkirin

Komkujiya Roboskî li gelek navendan bi girseyî hat şermezarkirin

Di 2. salvegera komkujiya Roboskî de li zanîngehên Amed, Antalya, Kocaelî, Sêrt, Îzmîr û Semsûrê, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Muglayê bi hezaran xwendekar li hev kom bûn û bi çalakiyên girseyî komkujî şermezar kirin. Xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Enstîtuya Kiptaşê ya Rezan a Amedê xwestin çalakiyê pêk bînin û rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xwendekaran darbest danîn ser milê xwe û komkujî şermezar kirin. 

AMED: Xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Endustriyê ya Şaredraiya Bajarê Mezin a Stenbolê ya Baglarê bi minasebeta 2. salvegera komkujiya Roboskî li ber baxçeyê dibistanê çalakî pêk anin. Xwendekarên ku li ber baxçey kom bûn pankartên "Me Roboskî ji bîr nekir û em dê ji bîr nekin. Komkujiya Roboskî di roja 729'an de ye" vekirin. Polisên ku li ber hewyê rawestiyabûn piştre xwendekar dorpêç kirin û zext li ser xwendekaran meşandin ku xwendekar belav bibin. Xwendekaran hev parastin û destûr nedan ku polîs wan binçav bikin. Xwendekarên ku ketin polan li maseyan xistin û li fîkê xistin. Xwendekaran bê navber siloganên "Qatil dewlet dê hesap bide" gotin. 

Di çalakiyê de polîsan gef li xwendekaran xwar û di navbera polîs û xwendekaran de niqaş derket. Xwendekaran li hemberî gefên polîsan siloganên "Dewleta qatil dê hesap bide, Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" gotin. Li ser navê xwendekarên li derve, Metin Ak û Abdulkadir Hatîpoglu, daxuyanî da û diyar kir ku 2 sal berê li Roboskiyê 19 jê zarok 34 welati bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirin. Ev komkujî li dijî gelê kurd pêk hatiye. Piştî daxuyaniyê polîsan gef li xwendekaran xwar. 

WAN: Rêxistina BDP'ê ya Wanê jî bi heman armancê bi meşekê çalakî pêk anîn. Girsê xwest kujer bên darizandin û hesap ji kujeran hat pêrsîn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû, bi tevlêbûna Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer, endamên meclisa BDP'ê, HDP, Şaredarên Wan û navçeyên Wanê, Nûnerên saziyên sivîl, DOKH, Dayikên Aştiyê, TUYAD-DER, GOÇ-DER, MEYA-DER NÇM'a Wanê, KURDÎ-DER, ÎHD, HDP, BDP KESK û gelek kesên din amade bûn. Girsê di çalakiyê de siloganên "Qatil Erdogan" û "Bijî Serok Apo" gotin û heta Kolana Cumhuriyetê meş pêk anîn. Girseya ku heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Welatiyan 34 darbest çêkirin gulê sor danîn ser darbestan û hilgirtin. Girsê bê navber siloganên di lehê PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin. Bê navber silogana "Şehit namirin" û "Qatil dê hesap bidin gel" gotin. Dîsa pankarta ku navê 34 welatiyên li Roboskiyê hatin qetilkirin heye û nivîsa "Gelê Kurd dê ji kujeran hesap bipirse", "Halepçe Gever ve Roboskî dê hesap bipirse" vekirin. Komê dîsa alên KCK'ê vekirin û xwest hesap ji komkujiyê bê pirsîn. Di çalakiyê de Parlamenterê BDP'ê Ozdal Uçer, diyar kir ku gelê kurd dê tu carî ve komkujiyê ji bîr neke. 

Komê piştî daxuyaniyê siloganên "Şehit namirin" gotin û "Çerxa Şoreşe" xwendin. Piştî heta BDP'e meşiyan dawî li çalakiye anîn. 

LI PAYIZAVA Û MIKSÊ JÎ ÇALAKÎ PÊK HAT

Li Navçeyên Payizava Miksê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de meş û xwepêşandan hatin lidarxistin û komkujî hat şermezarkirin. 

COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, pankarta "Em Roboskiyê bîrnakin nadin bîrkirin", " vekirin û çalakî pêk anîn. Girsê di çalakiyê de ala PKK û konfederalizimê vekir û Posterên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Di çalakiyê de rêveberên BDP, HDP û saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn. Girsê piştî rêz girt, li ser navê girsê Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kurt, daxuyanî da û komkujiya Robloskiyê şermezar kir. 
Piştî daxuyaniyê girse heta Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran meşiyan. Piştre sînevîzyona li ser Roboskiyê hat temaşekirin. 

LI ŞEMZINANÊ JÎ ÇALAKÎ PÊK HAT

Li Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî di pêşengiya BDP'ê de li kolana Cumhuriyetê çalakî hat lidarxistin. Girseya ku meş pêk anî û daxuyanî da komkujî şermezar kir. 

MÛŞ: Baroya Mûşê jî li ber Lokala Baroya Mûşê daxuyanî da. Serokê Baroya Mûşê Feridun Taş, komkujiya Roboskiye şermezar kir. 

MÛGLA: Xwendekarên Komeleya Ciwanên Azad ên Şerzan Kurt jî bi heman armancê li Kampusa Sitkı Koçmanê kom bûn û heta Karya Kafeyê meş pêk anîn. Li vir jî xwendekaran dowîz û pankartên ku komkujiyê şermezar dikin vekirin û dawî li çalakiyê anîn. 

NISÊBÎN: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta Parka Barişê meş pêk anîn. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Şehid namırın" gotin. Komê komkujiya 34 welatiyan şermezar kir û xwest hesap bê pirsîn. Di meşê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, rêveberên BDP, MEYADER, Dayikên Aştiyê tev lê bûn. 

ANTALYA: Xwendekarên Komeleya Zanîngeha Akdenizê ya Antalyayê (AODER) xwestin komkujiya Roboskiyê şermezar bikin û rastî astengiya polîsan hatin. Nêzî 400 xwendekar kom bûn û xwestin meşê pêk bînin. Xwendekarên ku li ber Fakulteya Edebiyatê kom bûn 34 potê reş vekirin û pankart vekirin. Girsê di meşe de pankart û dowîzên di lehê PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de silogan gotin. 

Çalakî bi rageşiyê bi dawî bû.

SÊRT: Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Botanê ya Sêrtê (BDÖ-DER) jî bi heman armancê li Kampusa Sêrtê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de rêveberên BDP, ÎHD û gelek saziyên din amade bûn. Xwendekaran bi silogan û pankartan komkujî şermezar kirin û xwest hesap bê pirsîn. Çalakî bi tilîlî û siloganan bi dawî bû. 

ÎZMÎR: Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn û komkujî şermezar kir. 

KOCAELÎ/SEMSÛR: Xwendekarên Zanîngeha Kocaelî û endamên Meclisa Ciwanan a HDK'ê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Xwendekarên ku li ber Rektoriya Zanîngeha Kocaeliyê kom bûn meş pêk anîn û komkujî şermezar kirin. 

Meclisa Ciwanan a HDK'ê ya Kocaeliyê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Li ser navê komê Senem Balî daxuyanî da û komkuî şermezar kir.

Li Semsûrê jî bi sedan Xwendekarên Zanîngeha Semsûrê li hev kom bûn û komkujiya Roboskiyê şermezar kirin