Komkujiya Roboskî li Tatosê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî li Tatosê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî li Tatosê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî, di duyemîn salvegera xwe de li navçeya Erzîrom Tatosê hat protestokirin. Li ser banga Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Tatosê bi sedan kes li ber avahiya partiyê kom bûn û kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
Merasîma bîrânînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Zîdanan" hatin qîrîn. Di bîranînê de koma şano ya Komeleya Çand û Hunerê ya Eftelya, li ser komkujiya Roboskî lîstikek pêşkêş kir û rastî pêwendiyeke mezin hat.