Komkujiya Roboskî li Ûkraynayê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî li Ûkraynayê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî li Ûkraynayê hat protestokirin
Komkujiya Roboskî li bajarê Ûkrayna Odessayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku berpirsyarên komkujiyê bên cezakirin.
Kurdistaniyên li bajarê Ûkrayna Odessayê dijîn, ji bo komkujiya Roboskî şermezar bikin û 34 welatiyên hatin qetilkirin bibîr bînin, îro danê sibê çalakiyek lidar xistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Ciwanên Kurd a Odessa û Ciwanên Komunîst ên Ûkraynayî-Baratov ve hat organîzekirin û hemû kes û derdorên di komkujiyê de rola xwe hene, hatin lanetkirin.
Di çalakiyê de hat xwestin ku berpirsyar werin ronîkirin û darizandin.