Komkujiya Roboskiyê di wicdanê Kurdan de birînek kûr e

Komkujiya Roboskiyê di wicdanê Kurdan de birînek kûr e

Serokê Baroya Êlihê Parêzer Ahmed Sevîm diyar kir ku komkujiya Roboskiyê di wicdanê Kurdan de birînekî kûr vekiriye.

Serokê Baroya Êlihê Parêzer Ahmed Sevîm anî ziman ku komkujiya Roboskiyê di wijanê Kurdan de birînekî kûr vekiriye û destnîşan kir ku di dosyayê de biryarên veşartî hene.

Serokê Baroya Êlihê Parêzer Ahmed Sevîm di der barê komkujiya Roboskiyê de ku 34 kes di encama bombebarankirina balafirên Tirkiyê de jiyaana xwe ji dest dabûn daxuyanî da û ragihandin ku bi ne diyarkirina berpirsên komkujiyê biqasî komkujiyê cezayekî mezine. 

Sevîm da zanîn ku di warê komkujiyên li hemberî welatiyên xwe de Tirkiye xwedî sicîleke mezin e û  got: “Nêzî du salin ev komkujî pêk hatiye û heta niha di derbarê dosyayê de biryara veşartî heye. Di vê wateyê de tenê agahiyek biçûk jî nedan civakê. Ji ber vê yekê di derbarê vê pêvajoyê de, darezandineke adîlene pêknehatiye û berpirsên komkujiyê ne diyarkirin bi qasî komkujiyê sucekî mezine.”