Komkujiyên li Rojava li Frankfurt û Siegenê hatin protestokirin
Komkujiyên li Rojava li Frankfurt û Siegenê hatin protestokirin
Komkujiyên li Rojava li Frankfurt û Siegenê hatin protestokirin
Komkujiyên çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşînin, li bajarên Elmanya Frankfurt û Siegenê bi meş û mîtîngan hatin şermezarkirini.
Li Frankfurtê bi armanca şermezarkirin komkujiyên li Rojava û destekdayîna gelê Kurd ji aliyê Komeleya Çanda Mezopotamyayê û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk meş û mîtîngek organîze kirin û zêdeyî 500 kes beşdar bûn.
Kurdistanî û dostên wan ên nêzî 3 kîlometre meşiyan, bi pankart û flamayên hilgirtin re komkujiyên çeteyên El Nûsra şermezar kirin û dirûşma "Bijî Berxwedan YPG'ê" qîriyan.
Li dû meşê li qada Alte Oper mîtîngek hat lidarxistin û di axaftinên li vê derê banga xwedîderketina li şoreşa Rojava hat kirin.
Bi heman armancê li bajarê Elmanya Siegenê jî meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Sîegenê û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin û nêzî 400 kes beşdar bûn. Di meşa ku ji Navenda Sîegerlandê destpê kir û li navenda bajêr dewam kir de dirûşma "Bijî Berxwedan YPG" hat qîrîn û belavoka li ser navê YEK-KOM'ê hatibû amadekirin, hat xwendin.
Piştî meşa di bin baranê de mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li mîtîngê de komkujiyên El Nûsra hatin şermezarkirin û bang li Kurdên li Ewropayê hat kirin ku bi her awayî alîkariyê bidin Rojavayê Kurdistanê.