Komkujiyên li Rojava, li Kopenhagen û Viyanayê hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Rojava, li Kopenhagen û Viyanayê hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Rojava, li Kopenhagen û Viyanayê hatin şermezarkirin
Êrîşên çeteyên oldarên radîkal ên li Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hat şermezarkirin.
Çalakiya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê FEYKURD ve hat organîzekirin li Vesterbrotorv'ê bi meşeke bi beşdariya sedan kesî destpê kir. Çalakî bi mîtîngeke li Nytorv'ê dewam kir û tim û tim dirûşmên ji bo YPG'ê hatin qêrîn.
Di çalakiyê de li ser navê Partiya Yekitiya Danîmarkayê endamê Meclîsa Şaredariyê Allah Ahmad da xuyakirin ku ew li Rojava komkujiya li dijî sivîlan şermezar dikin. Ahmad her weha ragihand ku ji bo şermezarkirina komkujiyê ewê pêşnûmeyekê pêşkêşî Wezîrê Karên Derve Villy Sovndal bikin.
Li ser navê Kurdisk Forûm ku weke saziyeke hevpar a siyasetmedarên Kurd û Danîmarkî tê zanîn Vîllo Sîgûrdsson jî êrîş şermezar kir û têkoşîna li Kurdistanê silav kir.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, ji bo agahdarkirina mijara komkujiya Rojava, dezgeha enformasyonê hat avakirin.
Dezgeh li qada navdar a bajêr Stephan hat danîn û 5 rojan vekirî ma. Çalakî ji aliyê Rêxistina PYD'ê ya Awûstûrya û Federasyona Komeleyên Kurd li Awûstûryayê ve hat organîzekirin û belavok hatin belavkirin.