Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin
Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin
Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin
Li başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê, komkujiyên Mereş û Roboskî bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Kurd li gel dostên xwe, êvara Şemiyê hatin cem hev û bi pêxistina meşaleyan qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.
Di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de, ku 34 kes di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk di 28'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dan, li Marsîlyayê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin.
Kurdên li Marsîlyayê dijîn, qurbaniyên komkujiya Roboskî û komkujiya Mereşê ya sala 1978'an bibîr anîn. Çalakgerên li Medyana Canabîerê hatin cem hev, pankartên li ser mijara her du komkujiyan, wêne û dowîz li meydanê daliqandin.
Di axaftinan de komkujî bi tundî hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku jibîrkirina van komkujiyan an jî hesapnepirsîn, dê komkujiyên nû bi xwe re bîne.
Çalakger, ji bo bîranîna qurbaniyên her du komkujiyan, li ber pîspîska Ermenî, zêmara Qeleha Mereşê û helbesta 33 Kûrşûn xwendin. Li gel barana zêde jî mîtîng 2 saetan dewam kir û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.