Komplo li Stockholm’ê hat protestokirin
Komplo li Stockholm’ê hat protestokirin
Komplo li Stockholm’ê hat protestokirin
Komploya beriya 15 salan li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat protestokirin.
Di axaftinên li xwepêşandana li Meydana Medborgarplatsen de nûnerên rêxistinên civakî yên demokratîk dan xuyakirin, ku komploya beriya 15 salan di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatibû kirin hatiye pûçkirin, lê belê heman hêz li hemberî gelê Rojava yê ji bo pêşeroja xwe rabûye ser piyan, bi provokasyon, êrîş û komkujiyan hewl didin komployê dewam bikin. Di axaftinan de bang li hemû Kurdistaniyan hat kirin ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û komploya li dijî Rojava pûç bikin.
Di çalakiyê de li gel pankartên komployê şermezar dikin û piştgiriyê didin şoreşa Rojava, alên PYD, YPG, PKK û PJAK'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Daxuyaniya Konseya Kurd a Swêdê ji aliyê Seroka Konseya Kurd a Swêdê Eda Duzgun û Seroka Meclîsa Gel a Herêma Stockholmê Ayşe Goktepe hat xwendin.
BERXWEDANA GELÊ KURD Û GERÎLA KOMPLO PÛÇ KIR
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komploya bi 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir, di 15'ê Sibata 1999'an de bi revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kenyayê dewam kiriye û hat destnîşankirin ku komploya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, bi berxwedana gelê Kurd û têkoşîna gerîla hatiye pûçkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan ev 15 sal in li Girava Îmraliyê di şert û mercên giran de ji bo jiyanê li ber xwe dide û rastî hewldaneke jehrîkirinê hatiye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama hewldanên Ocalan de pêvajoya aştiyê destpê kiriye û ev saleke pevçûn rawestiyaye û ji bo azadiya Ocalan bang li Hikûmeta Swêdê hat kirin ku bikeve navberê.
Li ser navê PYD'ê Shîxar Heval jî bûyer û rewşa li Rojava nirxand. Heval diyar kir ku gelê Rojava hem bi êrîşên rejîma Esad hem jî bi êrîşên çeteyên mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê re rû bi rû ye. Heval bi mînakên zelal, komkujiyên çeteyên ji Tirkiyê û welatên paşverû yên kendavê destekê digirin, raxist pêş çavan û bang li hemû Kurd û parêzvanên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava. Heval bibîr xist ku li ser Rojava ambargo û dorpêçî heye û anî ziman ku wezîfeya her Kurd û parêzvanên mafên mirovan e ku ji bo rakirina vê ambargoyê têbikoşin.
Çalakî bi dirûşmên ji bo şoreşa Rojava û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.
CANGORIYÊN ROJAVA DÊ WERIN BÎRANÎN
Di 20'ê Cotmehê roja Yekşemê de, ji bo bîranîna cangoriyên Rojava, dê li Mabedgeha Zerduşt a li taxa Solletûna ya Stockholmê, civînek were lidarxistin. Civîn wê saet di 14:00 de destpê bike û rewşa li Rojava û gelemperiya Kurdistanê bê nirxandin.