Komplo li Sûriyeyê dest pê kir dê li Suriyeyê bi dawî bibe- Ramazan Umar

Komplo li Sûriyeyê dest pê kir dê li Suriyeyê bi dawî bibe- Ramazan Umar

Komploya ku di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî îradeya azad a gelan di sala 1998’an de hatibû destpêkirin, bi rêbaz û rengên cûda didome. Di wê demê de li aliyekî dewleta Tirkiyeyê hewl dida ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan pêk bîne, lê aliyê din plana navnetewî pêngav bi pêngav diket meriyetê. Nexasim di demeke birêz Ocalan agirbest îlan kiribû de, Tirkiyê artêşa xwe li ser sînor kom kir û Sûriye tehdît kir. Her wiha Amerîkayê û welatên Ewropayê jî daxuyaniyên bi heman rengî didan.

Ev pêvajo piştî derketina birêz Ocalan a ji Sûriyeyê, di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê ket merheleyek nû. Di ser vê pêvajoyê re 14 sal derbas bûn, lê komplogerên ku li dijî helwesta birêz Ocalan û gelê kurd negihîştin armanca xwe, ji planên xwe vengeriyane. Bi taybetî dema em geşedanên dawî li ber çavan digirin, ev yek baştir tê dîtin.

Îro li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû tê jiyandin û bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, îradeya azad a gelan derketiye holê. Hêzên modernîteyê jî dixwazin ji vê feyde bigirin û ji krîza xwe derkevin. Lê wekî astengiya herî mezin dîsa birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê dibînin. Lewre komployên xwe didomînin.

Mînaka vê ya herî berbiçav li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Li Tevahiya Sûriyeyê hilweşandin heye, lê li Rojavayê Kurdistanê bi fikrên Ocalan sîstemek nû ku hemû reng û deng tê de hene, tê avakirin û li pêşiya hemû hêzên desthilatdar dibe kelem. Lewre di demên dawî de êrîş bi her awayî didomin.

Li aliyekê Tirkiye dibêje ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan pêk tîne, lê li aliyê din çiyayên Kurdistanê bombebaran dike, çeteyan dişîne Rojavayê Kurdistanê. Li Sûriyeyê jî ev planên henê carinan bi destê komên çete, carinan jî bi destê rejîmê tên meşandin. Armanc ewe ku destkeftiyên kurdan ji destê wan bêne girtin. Daxuyaniyên Sefîrê Amerîkayê yê Enqereyê Ricar Done, axaftinên Serokê Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê Muaz El Xetîp, her wiha Wezîrê Çapemeniyê û Enformasyonê yê Sûriyeyê ku digotin ji bo hevdîtinên bi hevre amade ne, dîsa daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ku îtîrafa êrîşên Serêkaniyê dikir, van planan didin der. 

Di demeke wiha de Tevgera Azadiyê jî berxwedaneke mezin nîşan dide. Li Serêkaniyê di warê pêşvebirina yekîtiya kurdan de pêngavên gelekî girîng hatin avêtin. Lewre jî muxalîfên Sûriyeyê ku berê ji bo rawestandina şer bi Barzanî re di axivîn û di çarçoveya plana navnetewî de dixwastin wekî serokê herêmê nîşan bidin, neçar man ku Desteya Bilind a Kurd muxatab bigirin.

Alîkariya ku ji Bakurê Kurdistanê ji bo Rojava hatiye şandin, ji bo şikandina ambargoya siyasî de gelekî girîng bû. Sînornenasîna kurdan û bandora îradeya wan nîşan dide. Her wiha li tevahiya Kurdistanê ji bo Rojava atmosferek baş hatiye avakirin.

Di encamê de mirov dikare bêje ku komploya ji vê herêmê destpê kiribû, dîsa li ser Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê didome. Lê pêşketin nîşan didin ku şoreşa Rojava û avakirina netewa demokratîk, wê bibe dawiya komployê.

*Azadiya Welat