Komploya 15’ê Sibatêli Qamişlo û Cindirêsê hate şermezarkirin
Komploya 15’ê Sibatêli Qamişlo û Cindirêsê hate şermezarkirin
Komploya 15’ê Sibatêli Qamişlo û Cindirêsê hate şermezarkirin
Bi armanca protestokirina komployê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ji aliyê Komîteya Parastina Serok ve li navçeya Efrînê Cindrêsê meşek hate lidarxistin. Her wiha komplo li Qamişloyê jî hate protestokirin.
Bi hezaran Kurdistanî li ser rêya Efrîn Cindrêsê kombûn û li nava kolanên bajêr bi siloganan meşiyan. Piştî meşê li pêşiya Mala Gel mitîngek hate çêkirin.
Di axaftinê de tecrîd û komplo bi tundî hatin şermezarkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan jî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo civînek li dar xist û gelek kes tevlî civînê bûn.
Beşdaran hemû hêzên komploger bi tundî şermezar kirin û ji dewleta Tirk xwestin ku dawiyê li tenêhiştina Ocalan bîne û wî serbest bibe.