Komploya 9'ê Cotmehê li Adîgey û Krasnutê bi civînan hat şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê li Adîgey û Krasnutê bi civînan hat şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê li Adîgey û Krasnutê bi civînan hat şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li Komara Xweser a Adîgey a Rûsyayê hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê dijîn, bi mabesta protestokirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê duh danê êvarî li Komaleya Çanda Kurd a Agirî di civînekê de li hev civiyan.
Di civînê de Serokokê Komaleya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn li ser girîngî û wateya rojê ji beşdarvanan re axaftinek kir. Huseyîn di axaftina xwe de diyar kir ku komplo ne gihaştiye armanca xwe û got: “Neyarên gelê Kurd bi dîl girtina Rêber APO ve dixwestin hemû Kurdan tine bikin. Lê Rêbertî ev lîstik di zîndanê de tevizand. Em wek gelê Kurd ê li Adîgey dijîn, hemû dewletên ku di vê komployê de cîh girtine bi tundî şermezar û lanet dikin. Dê serketin ya gelê me be.”
Li navçeya Saratov Krasnokutê jî, Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê civînek lidar xistin. Di civîna duh de li ser komploya navneteweyî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.