Komploya 9'ê Cotmehê li Kobanê hat protestokirin

Komploya 9'ê Cotmehê li Kobanê hat protestokirin

15. salvegera komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêikirin, li gundê Bender ê Kobanê bi civînekê hate şermezarkirin.

Civîn ji aliyê Tevgera  Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve bi beşdariya welatiyên gund hate lidarxistin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, endamê TEV-DEM'ê Ednan Îbrahîm axivî  û komploya  9'ê Cotmehê şermezar kir. Îbrahîm diyar kir ku komplo di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd de, li dijî vîna azadiyê ya gelê Kurdistanê pêk hatiye, lê berxwedana gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Ocalan komplo têk biriye.

Îbrahîm di axaftina xwe bal kişan ser êrîşên komên çekdar yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê jî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kir.

Îbrahîm ji şêniyên gund xwest ku tevlî nava saziyên xebatê bibin û têkoşîna xwe bilind bikin.