Komploya 9'ê Cotmehê li Qamişlo bi girseyî hat protestokirin
Komploya 9'ê Cotmehê li Qamişlo bi girseyî hat protestokirin
Komploya 9'ê Cotmehê li Qamişlo bi girseyî hat protestokirin
Bi hezaran Kurdistaniyên li bajarê Qamişloyê, komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwepêşandanekê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bi munasebeta 15. salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abulah Ocalan, duh li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girseyî lidar xist.
Xwepêşandan li pêşiya mizgefta Selman Efarisî ya taxa Enteriyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Girseya gel ku alên Kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên ku komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin, hildan. Girse ji taxa li ber mizgeftan Selman Efarisî, ber bi taxa Sinaa ve meşiya. Xwepêşandêran di dema meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana YPG'ê û YPJ'ê" berz kirin.
Xwepşandana welatiyan li taxa Sinaa veguherî mîtîngeke girseyî. Di mîtîngê de rêvebera Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Şîlan Qamişo û ji rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîl Doxan jî ji girseya gel re axivîn. Di axaftinan de komploya 9'ê Cotmehê hate şermezar kirin û ji ciwanan hate xwestin ku li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkoşîna xwe bilind bikin.