Komploya navneteweyî li Efrînê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî li Efrînê hate şermezarkirin

 Li navçeya Şiyê ya Efrînê bi hezaran kes bi armanca şermezarşirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê sibata 1999’an de pêk hatibû meşiyan.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê di çarçaveya kampaniyê ku komîteya parastina Ocalan dabû destpêkirin, bi hezaran kes meşiyan. Meş ji Qewsê destpêka navçeya Şiyê dest pê kir. Di meşê de  meşvan slogana “Bijî Serok Apo”qêriyan û her wiha pankartên ''Em 15 Sibatê şermezar dikin"، û "kes nikare roja me tarî bike" hatin vekirin û berê xwe dan meydana Eyin û li wir meşvan kom bûn.

Welatiyên ku kom bibûn deqeyek rêzgirtinê rawestiyan û piştre endamên Komîteya Parastina Ocalan Xelîl Xelîl û Hêvî Elo axivîn û bal kişandin ser komploya navnetewî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan hate lidarxistin û bal kişandin ku ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn û Başûrê Kurdistanê tecrîda li ser Ocalan hatiye dijwarkirinî

Piştre Endamê Saziya Malbatên şehîdan Henîf Seydo axivî û da zanîn ku rola rêbertiyê ku Ocalan kiriye, gelê kurd gihandiye rêxistin û hişmendiya ku îro gihiştinê. Di dawiyê de Serokê Meclisa navçeya Şiyê Ferîd Beko axivî û destnîşan kir ku fikir û felsefeya Ocalan gelê kurd kirine yek, Beko di dawiya axaftina xwe de got: ''Divê em roja 15'ê Sibatê bikin roja reş û şînê.''