Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya Ekolojiyê berdewam dike
Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya Ekolojiyê berdewam dike
Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya Ekolojiyê berdewam dike
Komxebata "Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî" ku ji aliyê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya KCD'ê ve hat lidarxistin bi mijarên cûda berdewam dike.
Komxebata "Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî" ku ji aliyê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hat lidarxistin bi mijarên cûda li Parka Sumerê ya Amedê berdewam dike. Di bernameya îro de dê mijarên wekî "ekolojî" û "polîtikayên civakî" bên nîqaşkirin. Di mijarên îro de Endamê Lijneya Rêveber ên KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Serhat Temel, Hîndekarê Zanîngehê Teknîkê ya Rojhilata Navîn Prof. Dr. Melih Ersoy, Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî Doç. Dr. Semsa Ozar û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. 80 delege tevlî komxebatê bûn. Çav lê ye ku îro encamname diyar bibe.