Konê berxwedanê wê neqlî gundê Dewşan bê kirin

Konê berxwedanê wê neqlî gundê Dewşan bê kirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê bi hezaran Kurdistanî li sînorê Kobanê ne. Girseya tevî êrîşên leşkerên Tirk jî qadê terk nake, konê berxwedanê yê li gundê Etmanîk neqlî gundê Dewşan kir.

Li ser sînor jî di navbera leşker, polîsên Tirk û girseyê de pevçûn didomin. Li ser rêya ji Pirsûsê diçe navenda navçeyê bend hatin danîn.  Kesên dixwazin bi kamyonan bên sînor ji wesayîtan ku tên daxistin, ajokarek hat binçavkirin. Li ser vê yekê Parlamenterê Mûşê yê HDP’ê Demîr Çelîk derbasî cihê ajokar bû.

Li navenda navçeyê jî ku cih bi cih pevçûn didomin, tevî hemû astengiyan jî hatina girseyê ya ser sînor didome.

Nûçegihanê Ferhat Arslan dîmenên li ser sînorê Kobanê kişand: