Konê piştevaniya Rojava yê li wargeha Ş. Rustem rastî pêwendiyê tê
Konê piştevaniya Rojava yê li wargeha Ş. Rustem rastî pêwendiyê tê
Konê piştevaniya Rojava yê li wargeha Ş. Rustem rastî pêwendiyê tê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem konê bi armanca piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re hatibû vedan, li ser tevlîbûn û eleqeyeke mezin heta 1'ê Îlonê dema wê hat dirêjkirin.
Li ser pêwendî û beşdariyeke xurt, dema konê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem hat vedan, heta 1'ê Îlonê hat dirêjkirin. Li binê kon endamê Meclîsa Demokratîk a gelê Wargeha Şehîd Rustem Cîhan Eren li ser giringiya şoreşa Rojava ji gel re axivî.
Eren diyar kir, ku heta niha gelek serhildanên Kurdan rû dane lê ti ji wan ne gihaştine armanca xwe û destnîşan kir ku sedema vê têkçûnê jî bê rêxistinbûyîn û tinebûna tifaqa Kurdan bû.
Eren di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xwedî derketina li şoreşa Rojava vala derxistina hemû planên dagirkerane û got; “ li Rojavayê Kurdistanê di bin navê Desteya Bilind de Kurd bûne yek. Em jî pêwiste bi çalakiyên xwe piştgirî û moral bidin gelê xwe yê Rojava. Li pişt êrîşên li Rojava tên kirin, hêzên dagirker ên deshilatdar hene. Ji hemû cihî ev komên çete têne amadekirin û têne şandin bo Rojava.”
Eren bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li Rojava û got; “Îro li derdora Rojava Kurd li ser piyane. Bi vê çalakiyê re em dixwazin nîşan bidin ku Kurdên li hemberî komkujiya li Rojava diqewime bêdeng in, ji Mexmûrê dersê derxîne. Ev nêzî saleke ku ambargoyek li ser Wargehê heye, gel feqîre lê dîsa jî bi hemû derfetên xwe piştgiriya Kurdê Rojava dike.”
“EM DIXWAZIN BI VÊ ÇALAKIYA XWE RE PEYAMEKÊ BIDIN GELÊ BAŞÛR”
Cîhan Eren ku bal kişande ser bêdengiya gelê Başur a li hemberî komkijiyên li ser Kurdên Rojava bi teybetî jî girtina deriyê sinorê Sêmalka û wiha berdewam kir; “ ger îro li vir em weke gelek penaber dikarin van tiştan bikin, ew dikarin tiştên hîn mezintir jî bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ger li 29 şoreşên kurdan yên rabûne temaşe bikin, dibînin ku sedemê serneketina wan, xiyaneta naxweyî ye. Lewma jî îro dema em temaşe dikin dibînin ku ew çi mantiqe ku deriyê sinorê di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê de bigre. Ji bo ku ew dîroka reş a Kurdan careke din xwe dûbare neke, pêwiste em bibin xwedî siyaset, sekneke nû. Pêwiste em hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Bi teybetî jî ew derdorên ku îro li Başurê kurdistanê li hemberî vê yêkê xwe bêdeng dike. Pêwiste êdî rê neyê dayîn ji bo wan leyistok û planên qirêj ên li ser gelê Kurd têne meşandin.”
Li ser navê Saziya Ciwanên Wargehê ciwanên bi navê Delîl Tok, Qadir Tanit, Orhan Kara, Bêrîtan Jiyan Kara û Sedîq Kara li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivîn. Ciwanan anîn ziman ku ewê li hemberî êrişên li ser kurdên Rojava bêdeng nemînin û wiha gotin; “ ev du salin li Rojava û Sûryeyê şerek tê meşandin. Bi teybetî jî ev demek dirêje ku gelê Kurd ê li Rojava bûye weke hedefa hêzên çete û yên tarî. Wê çalekiyên me yên piştgiriya bi gelê xwe yê Rojava dewam bikin.”
Her wiha ciwanan nerazîbûna xwe ya li hemberî girtina deriyê Sêmalka jî anîn ziman û gotin; “Îro ne dema girtina deriyên alîkariyê ye li hemberî Rojava. Ji ber tekoşîna li Rojava tê meşandin ji bo rûmeta hemû kurdane. Wê valakirina Rojava ne di berjewendiyê ti kesî debe. Em dê rê nedin ku ti kes ji ber hesabên xwe yên cuda derî li ser kurdan bigire.”
Herwiha ciwanên Wargehê banga li hemû ciwanên Kurdistanê bi teybetî jî li ciwanên Başurê Kurdistanê kirin û gotin; “ bila ciwanên kurd neyên xapandin. Bila ti kes neçe di nav komên çete de bi navê Cîhadê zilmê li ser gelê Rojava neke. Ger cîhadek rast hebe ew jî di nava refên YPG’ê de ji bo rûmeta xwe û azadiya xwe ye.”
Civîn bi sloganên “ Bijî tekoşîna gelê Rojava” û “ em berxwedana YPG’ê silav dikin” bi dawî bû